Ji bo Serpîskoposê nû yê Keldanî li Dêra Saint Esprit a Stenbolê ayîn hat lidarxistin

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Keldanî Serpîskoposê nû yê Keldanî Sabrî Anar Cemaeta Keldanî ya Amedê Kardînal Louis Rafael Sako
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Keşîşê Cemaeta Keldanî ya Parîsê Sabrî Anar wek Serpîskoposê Tirkiyê û Cemaeta Keldanî ya Amedê dest bi karê xwe kir.

Îro li Dêra Saint Esprit a Stenbolê ji bo Serpîskoposê nû ayîna olî ya taybet hat kirin.

Kardînal Louis Rafael Sako, Patrîkê Keldaniyên Cîhanê û Patrîkê berê yê Yekîtiya Katolîkên Keldanî ya Iraqê, merasîm birêve bir.

Ji Tirkiyê, Rojhilata Navîn û Ewropayê nêzî hezar mêvan beşdarî vê merasîma olî bûn.

Merasîma olî ya destbikarbûna Serpîskoposê nû yê Keldanî li Dêra Saint Esprit a Stenbolê. Wêne: Omer Sonmez / Rûdaw

Berpirs û serkirdeyên rûhanî û nûnerên civaka Keldanî, Yûnanî, Ermenî, Suryanî û Latînî û gelek endamên Cemaeta Keldaniyên Stenbolê jî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîma olî ya destbikarbûna Serpîskoposê nû yê Keldanî li Dêra Saint Esprit a Stenbolê. Wêne: Omer Sonmez / Rûdaw

Merasîm bi zimanên Keldanî, Erebî, Tirkî û Fransî hat lidarxistin.

Kardînal Louis Rafael Sako, Patrîkê Yekîtiya Katolîkên Keldanî yên Iraqê ku serpereştiya merasimê dikir, ji ber ji aliyê Serokkomarê Iraqê ve ji kar hatiye dûrixistin, biryar daye ku baregeha Patrîkê li Bexdayê biterikîne û derbasî dêrekê li Herêma Kurdistanê bibe û ji wê derê ve karûbarên xwe birêve bibe.

Merasîma olî ya destbikarbûna Serpîskoposê nû yê Keldanî li Dêra Saint Esprit a Stenbolê. Wêne: Omer Sonmez / Rûdaw

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst