Ayhan Bîlgen ji Rûdawê re axivî; dê ji AKPê bibe berbijêrê parlamenteriyê?

16-03-2023
Necmî Orta
Nîşan Ayhan Bîlgen AKP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê SESPARTÎ Ayhan Bîlgen, li ser îdiayên ku dê ji AKPê bibe berbijêrê parlamenteriyê got, “Ti pêşniyareke berçav ji me re nehatiye. Em ji ti tifaqan re ne girtî ne.”

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiye, li ser tifaq û berbijêrên parlamenteriyê jî xebat derdikevin holê.

Hat îdiakirin ku Ayhan Bîlgenê ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) veqetiya û Partiya Dengê Tirkiyeyê (SESPARTÎ) damezrandibû, dê ji AKPê bibe berbijêrê parlamenteriyê.

Serokê Giştî yê SESPARTÎ Ayhan Bîlgen ji Rûdawê re ragihand, “Ti pêşniyareke berçav ji me re nehatiye. Em nikarin beşdarî hilbijartinan bibin, me bi mehekê ew derfet ji dest da. Heger di Hezîranê de bûya, em digihîştinê.”

Ayhan Bîlgen diyar kir ku nûçeyên di çapemeniyê de belav bûne dibe nirxandineke kulîsan be û anî ziman, “Em ê di dawiya hefteyê de komîteya partiya xwe kom bikin, heger pêşniyarek hebe em dê binirxînin. Em ji ti tifaqan re ne girtî ne. Ji roja ku me partî ava kiriye em vê yekê dibêjin. Em mijarên siyasî nîqaş dikin. Me berê jî ragihandibû ku heger em karibin xwe biguncînin em dikarin bi her tifaqê re peywendiyê dayînin. Lê heta niha ti pêşniyarên berçav nînin.”

Roja 14ê Gulana 2023an li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dê hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst