Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) li Antalyayê bi rê ve diçe.
Çalakvanên avhewayê li ber deriyê "Herêma Şîn" a konferansê civiyan.
Çalakvanan bangî beşdaran kir û wan daxwaz kir ku bikaranîna sotemeniyên fosîl bê rawestandin û bi awayekî dadperwer derbasî enerjiya paqij bibin.
Di konferansa COP31ê de hevdîtin û dan û standinên fermî tên kirin.
Ji bilî van, daxwazên rêxistinên civaka sivîl ên li ser polîtîkayên avhewayê jî bûn rojev.
"Dawî li sotemeniyên fosîl bînin"
Navenda rêxistina jîngehparêz a bi navê '350.org'ê li Amerîkayê ye.
Çalakvanên vê rêxistinê pankartek hilda û dirûşm berz kirin.
Li ser pankarta wan, "Dawî li sotemeniyên fosîl bînin: Bi awayekî dadperwer, bi piştgiriya aborî û herheyî" hatibû nivîsandin.
"Divê welatên dewlemend para xwe bidin"
Çalakvanan bal kişand ser mesrefên derbasbûna ji bo enerjiya nûjenbar.
Wan destnîşan kir ku divê mafê gihîştina enerjiya paqij û erzan ji bo her kesî bê misogerkirin.
Di dema çalakiyê de daxuyaniyek hat xwendin û hat gotin:
"Bêyî dabînkirina pereyan ev guherîn pêk nayê. Divê welatên dewlemend ji bo vê yekê para xwe ya dadperwer bidin."
Her wiha çalakvanan ragihand ku ew welatên di qonaxa bipêşketinê de ne, jixwe di bin barekî giran ê deynan de ne.
Wan xwest ku mekanîzmayên aborî yên ji bo guherîna enerjiyê tên avakirin, nebin sedem ku deynên wan welatan zêdetir bibin.
Divê derbasî pergala enerjiya paqij bibin
Çalakvanan dirûşmên wekî "Em çi dixwazin? Dadperweriya avhewayê! Em kengî dixwazin? Niha!" berz kirin.
Wan bangî beşdarên hevdîtinên COP31ê kir da ku ji bo bidawîkirina bikaranîna sotemeniyên fosîl pêngavên berbiçav biavêjin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku divê serdema sotemeniyên fosîl biqede.
Wan daxwaz kir ku cîhan ji sedî 100 derbasî pergala enerjiya paqij bibe.
Çalakvanan her wiha xwest ku li dijî wan şirketên navneteweyî yên ku hîn jî bikaranîna sotemeniyên fosîl didomînin, rêkarên pêwîst bên standin.
Rêxistina '350.org'ê beriya COP31ê jî daxuyaniyek belav kiribû.
Di wê daxuyaniyê de hatibû xwestin ku ji bo destjêberdana ji komir, petrol û gaza xwezayî nexşerêyên berbiçav bên amadekirin.
Her wiha daxwaz hatibû kirin ku ji bo derbasbûneke dadperwer a enerjiyê, piştgiriya aborî bidin welatên ku di qonaxa bipêşketinê de ne.



