Îzmîr (Rûdaw) - Li navçeya Alîagayê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, ji ber teqîna li kargeheke hesin û polayê li gorî amarên dawî yên hikûmetê 18 karkeran canê xwe ji dest da.
Nîqaşên li ser sedema bûyerê didomin. Aliyê hikûmetê bûyerê wekî "qeza" bi nav dike lê mixalefet ne razî ye û dibêje, “Nabe sersarî û xemsarî wekî qedera karkeran bê binavkirin.”
Di encama teqîna bihêz de 12 karker jî birîndar bûn.
Li gorî encamên destpêkê yên tîmên pispor, di dema guhertina xetên boriyan de oksîjen û karbondîoksît li hev ketine û bûne sedema teqînê.
Lê karker îdiaya berevajî dikin û dibêjin zincîra vincekê qetiya ye û ew bûye sedema teqînê.
“Zarokên wezîr û dewlemendan nayên li vir naxebitin”
Xizmê karkeran Tacedîn Yalçinkaya li ser bûyerê got, “Nas û xizmên me hene, hemû nas û lêzimên me ne.
Hemû xelkê me yê hejar in. Zarokên wezîr û dewlemendan nayên li vir naxebitin.
Hemû xelkê van gundên derdorê ne, hemû birayên me ne û hemû mirov in.”
Karkerê bi navê Şabedîn Goktay jî li ser kêliya bûyerê got:
“Li gorî ku em dizanin zincîra vincê qetiya û kete nava ocaxê. Piştre boriyên xeta gazê teqiyan û teqîn bi wî awayî çêbû.”
Karkerekî din ê bi navê Xalis Turkoglu jî bertek nîşan da û anî zimên:
“Li Tirkiyeyê kes li mafê karkeran napirse, her kes li pişta patronan disekine. Qedir, qîmet û rûmeta karkeran nemaye.”
11 kes hatin desteserkirin
Her çend daxuyaniyên fermî bûyerê wekî "qeza" bi nav dikin jî beşeke zêde ya aliyên mixalefetê û sendîkayan qal dikin ku xemsariyeke mezin hebûye.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê û mufetîş bi hûrgilî li ser sedemên teqînê dixebitin.
Heta niha xwediyê kargehê jî di nav de 11 kes hatine desteserkirin.
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê li ser karesatê daxuyanî da û got:
“18 kedkaran canê xwe ji dest da û ev bûyereke gelekî mezin e. Em dê pêvajoya darizandinê bişopînin.
Em ji malbatan re sersaxiyê dixwazin. Em ji hikûmetê jî dixwazin ku berpirsên vî karî di demeke nêzîk de derxîne pêşiya dadgehê.”
Qurbaniyên teqîna li navçeya Alîagayê li navçeyên cuda yên Îzmîrê bi merasîman hatin veşartin.



