Pervîn Buldan: Piştî cejnê em dê bi Erdogan re bicivin

22 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pervîn Buldan DEM Partî Heyeta Îmraliyê Pêvajoya Çareseriyê Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê diyar kir ku dê piştî cejnê bi Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan re bicivin.

Pervîn Buldan ji Medya Haberê re axivî û eşkere kir kir ku ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê, pêwîst e Selahattîn Demîrtaş bê azadkirin.

Pervîn Buldanê behsa civîna bi Recep Tayyîp Erdogan jî re kir û got, “Em dê rasterast piştî cejnê bi Birêz Erdogan re bicivin.”

Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê roja çarşemê belav kir ku Heyeta Îmraliyê ji bo civîna bi Recep Tayyîp Erdogan daxwaza hevdîtinê kiriye.

Serokkomarê Tirkiyeyê roja pêncşemê di fitara Parlamentoya Tirkiyeyê de bi destê parlamenter û endamê Heyeta DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder girt û hinekî bi hev re axivîn.

Buldan li ser hevdîtina Onder û Erdogan got: “Birêz Serokkomar ji Birêz Sirri Sureyya re gotiye, eger em civînê bixin piştî cejnê dê çêtir be.”

“Em ji hikûmetê hêvî dikin gavên pratîkî bavêje”

Endama Heyeta Îmraliyê diyar kir ku li ser pêvajoya çareseriyê ew li benda gavên pratîkî ne û got:

“Aştî ne tişteke ku di nav çend rojan de pêk were, em di rewşekê de ne ku hewceyî sebirê ne; bêguman em hemû li hêviya gavên pratîkî ne û sebra me ji bo vê yekê tune lê divê em li bendê bin.”

Parlamentera DEM Partiyê eşkere kir ku divê girtiyên siyasî yên nexweş û bi taybetî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bên berdan û ev jî dê bandoreke erênî li pêvaoyê bike.

Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve di girtîgehê de ne.

Pervîn Buldanê amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê, divê hemû partiyên siyasî berpirsyariyê bigirin ser milên xwe û rola wan di pêşvebirina pêvajoyê de hebe.

 Meclisa Jinan a DEM Partiyê ligel AK Partiyê hevdîtin kir

Li aliyê din, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu û Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salihe Aydeniz li gel parlamenterên jin ên AK Partiyê civiyan.

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu û Parlamentera Mêrdînê Salihe Aydeniz li Salona Rêveberiya Koma AK Partiyê li gel Serokwekîla Koma AK Partiyê Ozlem Zengin û 2 parlamenterên jin ên wê partiyê civiyan.

Heman rojê Meclisa Jinan a DEM Partiyê ligel Seroka Baskên Jinan a Partiya Seadetê Nurgul Ekinci û şanda pê re jî civiyabû.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê, roja 27ê Sibata 2025an li Stenbolê konferanseke çapemeniyê li dar xist û banga Ocalana xwend.

Abdullah Ocalan di banga xwe de ji PKKyê re got: “Kongreya xwe li dar bixin û biryarê bidin. Pêwîst e çekan deynin û xwe fesix bikin”

PKKyê 1ê Adarê agibest ragihand û eşkere kir ku bi şertê ku Abdullah Ocalan tevlî kongreyê bibe ew amade ye kongreya xwe pêk bîne û çekan deyne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst