Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê aşkere kir, ku wan îşev operasyonek nû li dijî hêzên PKKê bi navê Pençe-Kartal anku Pence-Şahîn destpê kiriye.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesaba xwe ya twitterê destpêkirina vê operasyonê ragihandiye û destnîşan kiriye, balafirên şer ên Tirkiyê pêgehên PKKê dikin armanc.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Operasyona Pence-Kartal destpê kiriye. Balafirên me pêgehên terorîstan li ser serê wan dirûxînin.”
Medyaya nêzîkî PKKê jî ragihand, ku balafirên şer ên Tirkiyê Çiyayê Şingalê û derdora Kampa Mexmûrê bombebaran dikin.
Li gor vîdyoyeke kurt ku medyaya nêzîkî PKKê belav kiriye, dengên balafiran tê bihîstin û li cihê ku bombe lê dikevin, ronahî tê dîtin.
Balafirên Tirkiyê a niha Kampa Mexmûrê bombebaran dikin#TwitterKurds
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 14, 2020
Nûçe: https://t.co/CokeeOmztT pic.twitter.com/oXE2VrFKc6
Hêj derbarê encamên êrîşê û ziraran de ti zanyarî nehatine bidestxistin.
#Bilez Çiyayê Şingalê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve tê bombebarankirin#TwitterKurds #Şingal
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 14, 2020
Nûçe: https://t.co/CokeeOmztT pic.twitter.com/GgaRfJftfv
Balafirên şer ên Tirkiyê gelek caran bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê, navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin.
Roja Yekşemê 14ê Hezîrana 2020 jî balafirên şer ên Tirkiyê çend navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê wê êrişê de ragihandiye, balafirên wan pêgehên PKKê li herêmên Zab, Avaşîn û Basyanê kirine armanc û di encamê de 2 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
Ji par ve artêşa Tirkiyê êrîşên xwe yên li dijî PKKê gelek zêdetir kirine û ji navbera salekê de hejmarek ji serkirde û berpirsên pilebilind ên PKKê di wan êrîşên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.
Pençe-Kartal Operasyonu başladı.
— T.C. Millî Savunma Bakanlığı (@tcsavunma) June 14, 2020
Uçaklarımız teröristlerin inlerini başlarına yıkıyor.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse