Hewlêr (Rûdaw) - Benjamin Netanyahu ji serkirdeyên Partiya Likudê re ragihand ku ew bi ti awayî naxwaze dev ji siyasetê berde, heta heke di hilbijartinên bê de têk biçe jî.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tevî ku baweriya xwe ya bi serkeftinê anî zimên jî diyar kir ku di îhtimala têkçûnê de jî ew dê serokatiya mixalefetê bigire ser milê xwe.
Benjamin Netanyahu da zanîn ku ew dê ji bo hilweşandina bilez a hikûmeta nû bixebite, bi heman awayê ku di hilbijartinên berê de kiribû.
Bi vê yekê Netanyahu derî li ber wan serkirdeyên partiya xwe girt ku çavên wan li şûna wî bû.
Ev daxuyaniyên Netanyahu di demekê de ne ku rapirsiyên nû yên li Îsraîlê nîşan didin ku pêgeha Partiya Likudê bi awayekî berbiçav daketiye.
Li gorî rapirsiya heftane ya herî dawî ya rojnameya Maarivê, Likud ji 36 kursiyên niha yên parlamentoyê tenê dikare 18 kursiyan bi dest bixe.
Her wiha ji sedî 48ê beşdaran Sererkanê berê Gadi Eisenkot ji bo serokwezîriyê guncavtir dîtiye, li hemberî ji sedî 40ê kesên ku deng daye Netanyahu.
Rewşa hevpeymaniya rastgir û mixalefetê
Serokwezîrê Îsraîlê her wiha hişyariyeke tund da neyarên xwe yên di nava Likudê de û got ku ew dizane dê çawa rûbirûyî serhildanên navxwe bibe.
Tevî bipaşveçûna tund a Likudê, hevpeymaniya rastgiran di asta 50 kursiyan de maye.
Ev jî ji ber zêdebûna dengên Partiya Şeabek Îsraîlê ya bi serokatiya Ofer Winter û Partiya Siyonîzma Oliya bi serokatiya Bezalel Smotrich e ku tê çaverêkirin 6 kursiyan misoger bike.
Li eniya mixalefetê jî dabeşbûn û kêmbûna dengan tê dîtin.
Partiya Yeşarê ya bi serokatiya Gadi Eisenkot ji 25 kursiyan daketiye 23 kursiyan.
Hevpeymaniya Naftali Bennett û Yair Lapid daketiye 13 kursiyan û Partiya Demokratan a bi serokatiya Yair Golan jî daketiye 9 kursiyan.
Li aliyê din, Partiya Yedekan a bi serokatiya Yoaz Hendel kursiyên xwe zêde kirine.
Ev partî xwe wekî beşeke girîng a mixalefetê nîşan nade û îhtimal heye ku derbasî aliyê Netanyahu bibe.
Plana Herzog a ji bo hikûmeta yekîtiyê
Dilgiraniya herî mezin a serokwezîrê niha ew e ku Partiya Yedekan bi Gadi Eisenkot re bibe hevpeyman û bi piştgiriya dengên 12 parlamenterên Ereb li dijî wî hikûmeteke kêmîneyan ava bikin.
Di nava vê xitimîna siyasî de, Serokê Îsraîlê Isaac Herzog ragihand ku ew dê hemû hewlan bide da ku hilbijartin ducare nebin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên nêzîk, heke deng wekî hev derkevin, Herzog dê pêşniyara avakirina hikûmeteke yekîtiya niştimanî ya di navbera Benjamin Netanyahu û Gadi Eisenkot de bike.
Li gorî vê pêşniyarê, dê posta serokwezîriyê di navbera wan de bi dorê were parvekirin, li hemberî peymaneke ku dawî li darizandina Netanyahu ya bi tohmeta gendeliyê bîne.



