Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û Îraq li ser mekanîzmaya fînansekirina "Projeya Rêya Bipêşketinê" gihîştin peymanekê.
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu daxuyaniyek da.
Wî ragihand ku dê dahata çavkaniyên xwezayî yên Îraqê ji bo binesaziya veguhastinê ya wî welatî were terxankirin.
Bi vî rengî qonaxeke krîtîk a fînansekirina projeyê hat derbaskirin.
Projeya Rêya Bipêşketinê
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu li ser Projeya Rêya Bipêşketinê ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.
Ev proje Kendava Besreyê bi rêya axa Îraqê, Herêma Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi Ewropayê ve girê dide.
Uraloglu li ser vê projeyê agahiyên girîng dan.
Wî bal kişand ser hevdîtinên bi Bexdayê re.
Uraloglu ragihand ku wan bi Îraqê re li ser mekanîzmayeke dabînkirina çavkaniyên darayî yên ji bo Projeya Rêya Bipêşketinê li hev kiriye.
Dahata çavkaniyên xwezayî dê were terxankirin
Abdulkadîr Uraloglu hûrgiliyên wê mekanîzmaya lihevkirinê eşkere kirin û got:
"Ev mekanîzma li ser wî esasî ava bûye ku dê nirx û dahata ji çavkaniyên xwezayî yên Îraqê tê bidestxistin careke din ji bo binesaziya veguhastinê ya Îraqê were terxankirin.
Armanca me ew e ku em di serî de ji bo Rêya Bipêşketinê û pişt re jî ji bo hilberînên din ên veguhastinê, modeleke fînansekirinê ya domdar ava bikin.
Niha em li ser temamkirina reşnivîsa peymanê dixebitin da ku em vê lihevkirinê bixin ser zemîneke yasayî ya navbera her du hikûmetan."
Rola şirketên Tirkiyeyê
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê da zanîn ku xebatên projeyê di çarçoveya nêrînên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de tên meşandin.
Bi gotina wî ev xebat ji bo bipêşxistina pêwendiyên herêmî ne.
Her wiha wî got ku wan ji 28ê Tîrmeha îsal ve bi şandeyên Îraqî re 4 caran dan û standinên teknîkî pêk anîne.
Uraloglu anî zimên ku li ser prensîbên bingehîn ên fînansekirina Projeya Rêya Bipêşketinê lihevkirineke temam çêbûye.
Bi taybetî piştî alozî û krîzên li Tengava Hurmizê, Projeya Rêya Bipêşketinê di bazirganiya navneteweyî de girîngiyeke zêdetir bi dest xist.
Ev proje wekî korîdoreke ewle û alternatîf tê dîtin.
Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, dê şirketên Tirkiyeyê di çêkirina xetên trênê û otobanan de xwedî roleke çalak bin.
Bendera Fawê ya li Kendava Besreyê di çarçoveya projeyê de dê bi rêya korîdoreke rêya hesinî û bejahî bigihîje sînorê Tirkiyeyê.
Dirêjiya vê korîdorê nêzîkî hezar û 200 kîlometre ye û ew dê ji wir jî ber bi bazarên Ewropayê ve vebibe.
Tê pêşbînîkirin ku ev proje di salên pêş de bibe yek ji xetên herî sereke yên aboriya herêmê.
Sedema vê yekê jî zêdebûna pêwîstiya bazirganiya cîhanî ya bi rêyên alternatîf e.



