Stenbol (Rûdaw) - Di demekê de ku Kurdên her çar parçeyan li benda çarenivîsa xwe ne, li Kurdistanê û derdora wê trafîkeke germ a dîplomasiyê tê kirin.
Di nava hefteyekê de li Îran, Tirkiye, Sûriye, Îraq û Herêma Kurdistanê li ser mijarên cuda hevdîtinên balkêş hatin kirin.
Hakan Fîdan li Şamê bi Ehmed Şer re civiya
Hevdîtina pêşî li Şama paytexta Sûriyeyê di navbera Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de pêk hat.
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, di civînê de li ser mijara tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê gotûbêj hatine kirin.
Pêwendiya duyem a girîng jî 13ê Îlonê bi rêya telefonê di navbera Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de hat kirin.
"Dê kêşeyên mezin bi xwe re bînin"
Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Cîhan Gunyol li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Cîhan Gunyol diyar kir ku zehmet e mirov li ser jeopolîtîk û siyaseta Rojhilata Navîn tiştên teqez bibêje û got:
“Ev der cihê herî girîng ê cîhanê ye di warê jeostratejiyê de û her dikele. Li hêlekê Îran û eksenê wê yê berxwedanê ye, li hêla din stratejiya Amerîkayê di zererê de ye.
Tevgera Hûsiyan li hêlekê didome ku cîhanê dixe nava metirsiyê. Li Sûriyeyê rewş ne aram e, komên çekdar xwe fesix dikin û ne diyar e dê encamên wê çi bin.
Polîtîkayên Îsraîlê yên li hemberî Libnan û Sûriyeyê didomin. Gelek kêşeyên ku te digot qey hatine çareserkirin hebûn lê niha diyar e ew kêşe dê gelek arîşeyên mezin bi xwe re bînin. Li navçeyê geşedanên mezin di rê de ne.”
Bafil Talebanî li Tehranê, Îskender Momenî li Enqereyê ye
15ê Îlonê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî çû Tehrana paytexta Îranê.
Bafil Talebanî li ser vexwendina Ebas Eraqçî çû Tehranê.
Wî di vê serdanê de bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re hevdîtin kirin.
Mijara sereke ya hevdîtinan rûdanên li herêmê bûn.
Hevdîtineke din a girîng a vê hefteyê jî li Enqereyê bû.
Vê carê Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Îskender Momenî bi dosyeyeke qelew çû paytexta Tirkiyeyê.
Wî û hevtayê xwe yê Tirk li ser mijarên PEJAKê, ewlehiya sînoran û mijarên din gotûbêjên berfireh kirin.
Hat eşkerekirin ku di vê civînê de li ser fesihbûna PKKyê û îhtimalên piştî wê jî gotûbêj hatine kirin.
“Tifaqên nû tên kirin”
Mamosteyê Zanîngeha Gelişimê Dr. Alî Semîn jî ev hevdîtinan nirxandin û got:
“Ya rast diyar e ku herêma me bi rûdanên girîng re rû bi rû ye. Piştî destpêka şerê Amerîkayê yê li hemberî Îranê guherînên nû hene.
Pergala navdewletî nikare derbasî dîzayneke nû bibe. Bi ya min niha mijar ji holê rakirina hêzên çekdar e ku ne dewlet in. Helbet çekdanîna PKKyê girîng e.
Mijara YBŞ û hêzên din li ser maseyê ye. Çûna Bafil Talebanî ya Tehranê serdaneke ji rêzê nîne.
Ji bo Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îranê geşedanên nû hene. Nexşerêyeke nû ji bo herêmê pêwîst e û ji bo tifaqên nû hewldan hene.”
Biryara yekkirina Pêşmergeyan
Li hêla din, li Herêma Kurdistanê jî hevdîtinên girîng û hinek rûdanên nû hene.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî re civiya.
Di demekê de ku ji bo avakirina kabîneya nû hewldan hene, bala her kesî li ser vê hevdîtinê bû.
Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku ew dê di demeke nêzîk de yekbûna Pêşmergeyan bi awayekî fermî ragihînin.


