Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Turk derbarê hevdîtina li Girtîgeha Edîrneyê got, "Selahattîn Demirtûş û Selçuk Mizrakli ji bo pêşeroja gelê Kurd û aştiyeke bi rûmet piştgiriyê didin vê pêvajoyê."
28ê Kanûna Pêşîn a 2024an şandeya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat li Girava Îmraliyê bi Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan re civiya.
Piştî hevdîtina bi Ocalan re, şandeya DEM Partiyê ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk pêk tê bi partiyên siyasî yên li parlamentoyê re civiya.
Şandeya DEM Partiyê îro li Girtîgeha Edîrneyê çû serdana Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demirtaş û Hevserokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli.
Piştî hevdîtinê Ahmete Turk bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez da.
"Demirtûş û Mizrakli piştgiriyê didin vê pêvajoyê"
Ahmet Turk li ser hevdîtina bi Demirtaş û Mizrakli re wiha anî ziman:
"Îro ji bo pêşeroja gelê Kurdm ji bo ji bo aştiyê, ji bo aştiyeke bi rûmet bi rastî jî hem Selahattîn Demirtaş hem jî Selçuk Mizrakli ji bo vê pêvajoyê bi her awayî destek dikin û alîkar in.
Armanca me jî ev aştî îro li Rojhilata Navîn di demeke nû de careke din dest pê bike û Kurd û Tirk biratiya qedîm, biratiya kevin careke din pêk bînin.
Selahattîn Beg jî, Selçuk beg jî ji bo vê xebatê bi rastî jî gelekî alîkar in û gelekî xizmetkarê vê pêvajoyê ne."
Gelo Ahmet Turk jî dê here Îmraliyê?
Li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez ya “Hûn jî dê di şandeya hevdîtina bi Ocalan re de cîh bigirin?" Ahmet Turk wiha bersiv da:
"Hevalên me dê herin, belkî dawiyê em dikarin herin."
Şandeya DEM Partiyê çû serdana Selahattîn #Demirtaş
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 11, 2025
☮️Ahmet Turk: Selahattîn Demirtaş û Selçuk Mizrakli ji bo pêşeroja gelê Kurd û aştiyeke bi rûmet piştgiriyê didin vê pêvajoyê
Gelo Ahmet Turk jî dê here Îmraliyê?❓ pic.twitter.com/bXpcSXSNoJ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse