RAPIRSÎ - Hilbijêrên kîjan partiyan ji ber dengên ku dane poşman in?

10-08-2023
RÛDAW
Nîşan Metropoll Rapirsî Hilbijartin Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Metropollê herî zêde hilbijêrên Partiya Zaferê, HDP/YSP, ÎYÎ Partî û AK Partiyê di hilbijartina serokkomariyê de ji ber dengên ku dane poşman in.

Kompanya Lêkolînê ya Metropollê, encamên rapirsiya ku di navbera 15 û 19ê Tîrmehê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezar û 746 kesan re kiribû eşkere kirin. 

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan pirsa “Hûn ji ber bikaranîna dengê xwe yê di hilbijartina dawî ya serokkomariyê de poşman in?” hat kirin. 

Li gorî encaman ji sedî 22,4ê xelkê poşman e, ji sedî 72,8ê xelkê ne poşman e û ji sedî 4,8ê xelkê jî nêrîna xwe eşkere nekiriye.

Herî zêde hilbijêrên Partiya Zaferê, HDP/YSP, ÎYÎ Partî û AK Partiyê ji ber dengên ku dane poşman in.

Li gorî partiyan rêjeyên poşmanbûna hilbijêran wiha ne:

AKP: Ji sedî 22,5 poşman, ji sedî 74,9 ne poşman

CHP: Ji sedî 19,9 poşman, ji sedî 79 ne poşman

MHP: Ji sedî 20,9 poşman, ji sedî 77,7 ne poşman

ÎYÎ Partî: Ji sedî 24,8 poşman, ji sedî 78,6 ne poşman

HDP/YSP: Ji sedî 26,2 poşman, ji sedî 72 ne poşman

Refah: Ji sedî 24,7 poşman, ji sedî 78,6 ne poşman

TÎP: Ji sedî 20,8 poşman, ji sedî 75 ne poşman

Zafer: Ji sedî 37,1 poşman, ji sedî 62,9 ne poşman

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst