HAT NÛKIRIN - Otobusa Qersê qeza kir: 1 mirî, 19 birîndar

07-07-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Bûyera Trafîkê Otobusa Rêwiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Otobusa rêwiyan a Qersê ya Bakurê Kurdistanê û barhilgirek li bajarê Boluyê yê Tirkiyê li hev qelibîn di encamê de kesekê canê xwe ji dest da 19 kes jî birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan a kompaniya Dogu Qers ku ber bi Enqerê ve diçû li bajarê Boluyê li barhilgirek qelibî û di encamê de rewiyekê canê xwe ji dest da 19 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî, agirkuj û polîsan bo cihê bûyerê hatin veguhestin.

Birîndarên ku ji aliyê tîmên îtfaiyeyê ve ji cihê ku asê mabûn hatin derxistin ji aliyê tîmên tendirustiyê ve rakirin nexweşxaneyên cuda yên Boluyê.

Ji birîndaran Huryet Kirtag a 61 salî li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin.

Parêzgarê Boluyê Erkan Kiliç ê ku hat cihê bûyerê û ji rayedaran agahî sitand daxuyanî da rojnamevanan û got, "Di qezaya ku îşev pêk hat de 18 birîndarên me hene. Rewşa yekî girane û ya yekî di jî nêzi giraniyê ye. 15 kes bo nexweşxaneyê hatin veguhestin."

Kiliç bal kişand ku li ser rê hemû tedbîr hatin girtin û wiha got: "Ji ber qezayê rê qerebalix e. Ji bo ku rê bê vekirin  xebatên polêsên trafîkê dewam dikin."

Piştî ku wesayitên qeza kiribûn ji nav rê hatin derxistin, rê bi temamî ji bo çûn û hatina hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst