Di meha tebaxê de 33 jin hatine kuştin

03-09-2024
RÛDAW
Nîşan Jin Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha tebaxa îsal de 33 jin hatine kuştin.

Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin amarên kuştina jinan ên Tebaxa 2024an eşkere kirin.

Li gorî van amaran, di meha Tebaxê de 33 jin hatine kuştin, 24 ji wan kuştinên bi goman in. 

Li gorî raporê, 9 jin ji ber ku wan xwestiye ji hevjînên xwe cuda bibin û daxwazên zewac û xoşewîstiyê yên mêran qebûl nekirine hatine kuştin.

2 jin bi bihaneyên rewşa aboriyê û 4 bi bihaneya ku dayîka wan xwestiye ku wan berdin hatine kuştin.

10 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 2 jin ji aliyê mêrê ku pêre bû, 6 jin ji aliyê bav, 3 jin ji aliyê kesekî nas, 2 jin ji aliyê xizim, 1 ji aliyê hevjînê xwe yê berê, 1 ji aliyê mêrê ku berê pêre bû, 1 ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin.

12 jin li malê, 8 li kolanê, 5 li çolê, 3 di nav avê de û li kêleka avê, 2 di nava otomobîlê de û 1 li cihê kar hatiye kuştin.

Her wiha cihê kuştina 2 jinan jî heta niha zelal nebûye.

12 ji jinên hatîne kuştin bi çekê û 12 bi bi kêr û biviran hatine kuştin, 4 hatine xeniqandin, 4 bi lêdanê hatine kuştin û 1 jî hatiye şewitandin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst