Ji hilbijartinan re 28 roj man: Lîsteya dawî ya berbijêran îro tê ragihandin

03-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîsteya dawî ya berijêrên şaredariyan îro ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) ve tê ragihandin.

Li Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an dema li pêş aliyên siyasî û berbijêran her ku diçe kêmtir dibe.

Komîsyona Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) îro yekşemê lîsteya dawî ya berbijêrên şaredariyan radigihîne û bi fermî berbijêrên ku hevrikiyê dikin eşkere dibin.

Piştî ragihandina lîsteyê Desteyên Hilbijartinan ên bajaran dest bi çapkirina pisûleyên dengdanê dikin.

Bi temambûna çapkirina pisûleyên dengdanê ew pisûle ji bo serokatiyên Komîsyonên Hilbijartinan ên bajaran re tên şandin.

Pêkanîna desteyên çavdêr ên hilbijartinan jî 4ê Adarê temam dibe û agahî ji bo wan kesan tê dayîn ku di hilbijartinan de li ser sindoqan erkdar dibin.

34 partiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan dibin, ji bo şaredariyên bajarên mezin, bajar, navçe, bajarok û endamên encûmena şaredariyan lîsteyên berbijêrên xwe 20ê Sibatê radest kiribûn.

Ji bo îtiraz, îstifa an jî temamkirina wan kêmasiyan 2ê Adarê roja dawî bû.

Lîsteya dawî ya berbijêrên partiyên siyasî û serbixwe îro tê ragihandin.

Komîsyonên Hilbijartinan ên navçeyan lîsteya berbijêrên navçeyan radigihîne û lîsteya berbijêrên Şaredariyên Bajarên Mezin jî ji aliyê Komîsyonên Hilbijartinan ên bajaran ve tê ragihandin.

31ê Adarê welatiyên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên xwecihî diçin ser sindoqan.

Di wan hilbijartinan de serokên şaredariyan, endamên encûmena şaredariyan, endamên encûmena giştî ya bajêr, muxtar û endamên şanda rîspiyan tên hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst