Dêra Zor (Rûdaw) - Şaredariya Gel a Bajarokê Cezratê li Bakurê Dêre Zora Sûriyê, dest bi projeya nûjenkirina rêyan û çakirina piran kiriye.
Piştî ku devera Rojhilatê Dêra Zorê ketibû bin dest DAIŞê, di encama bumbebarana şer de, piraniya rê û pirên deverê xerab bibûn, û niha jî ew bi piştgiriya çend rêxistinên navdewletî têne nûjenkirin.
Li gor Hevserokatiya Şaredariyê projeya nûjenkirinê, çêkirina pirên biçûk û qayîmkirina rêyan li xwe digire
Ji tîma Teknîkî, Ebdurehman Ehmed dibêje: “Me du projeyên kişandina avê cîbicîkirin, ew jî projeyên Badiyê û Cezrat in. Projeya Badiyê 3 pir in, em niha di qonaxa dawî de ne. Herwiha projeya Cezrat di 3ê qonaxan re derbas dibe, niha em di qonaxa rakirina paşmayan de ne. Niha em rêyên bajarok çêdikin, dema projeyê 40 roj in heta dawiya mehê didome.”
Piştî rojhilatê Dêra Zorê ket dest DAIŞê, di encama şer, pevçûn û bordûmanê de piraniya rê û pirên deverê têk çûn.
Hevserokatiya Şaredriya Cezratê, Hanî Kemal jî diyar dike: “Di dema dawî de, Şaredariyê çend proje cîbicîh kirin, projeyên mezin û biçûk, me qonaxa duyem temam kiriye. Me pirên biçûk li ser rêyên serekî li Badiye, Cezrat, Cerwan û Ebû Xeşeb çêkirin. Li ser daxwaza Şaredariyê kar birêve diçe, niha kar tê cîbicîkirin.”
Piştî HSDê devera Cezrat ku dikeve ser çemê Firatê ji destê DAIŞê derxist, Şaredariya Gel çend projeyên xizmetguzariyê li gund û bajarokan cîbicî kirin. Projeyên nûjenkirina deverê bi piştevaniya çend rêxistinên navdewletî tên cîbicîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse