Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb li ser vegera Efrîniyan civiyan.
Wan li ser mijarên entegrasyona saziyên leşkerî, sivîl û xizmetguzariyê hevdîtinek kir.
Di civînê de vegera şêniyên Efrînê, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, her wiha bipêşketinên herêmê jî hatin nîqaşkirin.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmedê çûn Helebê.
Fermandarê Lîwaya Kobaniyê Mehmûd Berxwedan, Endama Komîteya Entegrasyonê Xezne Nebî û nûnerên Birêvebiriya Herêma Kobaniyê jî di nava şandeyê de bûn.
Ev şandeya Kurdan, bi Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb û Fermandarê Koma Duyemîn Casil Ewad re civiya.
Hevdîtin li avahiya Parêzgariya Helebê hat kirin.
Li gorî nûçeya SANAyê, di civînê de gelek mijarên girîng hatin gotûbêjkirin.
Pêvajoya entegrasyona îdarî, ewlehî û leşkerî yek ji mijarên sereke bû.
Her wiha rewşa xizmetguzariyê jî hat nîqaşkirin.
Vegera koçberên Efrînê
Mijareke din a germ a civînê, vegera şêniyên wan herêman bû ku entegrasyon li wan tê kirin.
Aliyan li ser amadekirina mercên guncaw ên ji bo vegera koçberan nêrînên xwe parve kirin.
Di heman demê de, berdewamiya xebatên xizmetguzariyê yên li herêman hat nirxandin.
Bi taybetî jî rewşa vegerîna şêniyên Efrînê û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jî hat gotûbêjkirin.



