Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Sûriyeyî yên li bajarê Babê yê parêzgeha Helebê di rewşeke dijwar de dijîn û li nav gilêşan digerin da ku pariyek nan bibin nav zar û zêçên xwe.
Li nêzîkî bajarê Babê yê li bakurê Sûriyeyê dûxana gilêşgehekê ber bi ezman ve bilind dibe.
koçberên Sûriyeyî di nav paşmayên şewitî de ji bo debara jiyana xwe li tiştên ku dikarin dîsa werin bikaranîn digerin.
Ji bo debarê…
Bedredîn Şahûd yek ji koçberên Sûriyeyî ye ku li vê gilêşgehê dixebite û ji destpêka koçberiyê heta niha ji bo debara jiyana malbata xwe li nav gilêşan digere.
Bedredîn diyar kir ku ev 10 sal in ew koçber e û wiha qala rewşa xwe kir:
“Em ji sala 2016an ve ango nêzîkî 10 salan e bûne koçber. Ji wê demê ve ji bo debara jiyana xwe em li vê gilêşgehê dixebitin.”
“Ji serê sibehê heta piştî nîvro…”
Koçberên li vir ji nav çop û gilêşan sifir, teneke û tiştên din ên ku dikarin werin firotin kom dikin.
Bedredîn got ku ew her roj serê sibehê dest bi kar dikin û heta piştî nîvro li nav gilêşan dimînin û derbarê vê yekê got:
“Em ji demjimêr 7ê sibehê heta 3yê piştî nîvro li vê gilêşgehê dixebitin. Em sifir û tenekeyan kom dikin da ku bifiroşin û li vî welatê wêranbûyî pariyek nan peyda bikin.”
Jiyana koçberan di bin zexta aborî de
Çavdêr dibêjin ku karê lêgerîna li nav gilêşan ji aliyê koçberên Sûriyeyî ve nîşana rewşa dijwar a mirovî û aborî ye.
Li gorî wan, gelek koçberên ku li kampan dijîn ji ber kêmbûna çavkaniyên dahatê neçar dibin nav çop û gilêşan wekî çavkaniya debara jiyanê bibînin.
Li gorî agahiyên Neteweyên Yekbûyî, heta niha 851 hezar koçberên Sûriyeyî li bakur û bakurrojavayê Sûriyeyê li kampan dijîn lê tenê ji sedî 28ê wan alîkariyan werdigirin.
Gelek koçberên li kampan di nav şert û mercên dijwar de dijîn û ji bo pêdiviyên bingehîn ên jiyana rojane neçar in li çavkaniyên cuda yên dahatê bigerin.



