Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) ji Rûdawê re ragihand ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 5,7 milyon koçber hene û ji dema rûxîna desthilata Beşar Esed ve nêzîkî 2,2 milyon koçber vegeriyane cih û warên xwe.
Berdevkekî Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) di bersiva e-maîleke Niyaz Mistefayê edîtorê Maseya Navneteweyî ya Rûdawê de li ser vegera 5,7 milyon koçberan a cih û warên wan got:
“Em qebûl dikin ku rewş li seranserî welêt ji hev cuda ye.
Her çend rewş bi gelemperî guncav be jî gelek astengî hene ku ji wan jî gihîştina bi sînor a bi xizmetguzariyan, nebûna belgeyên yasayî û pirsa parastina zarokan in.”
“Pêdivî bi çareserkirina pirsgirêkan heye”
Wî berdevkî da zanîn:
“Gihîştina bi xizmetguzariyên sereke, dabînkirina debara jiyanê û bidestxistina dahatê wekî pirsên diyarker dimînin ku divê bên çareserkirin da ku rewşa vegera koçberan baştir bibe.”
Berdevkê IOMê li ser hewlên rêxistinê yên ji bo alîkariya vegera koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê anî ziman:
“Rêxistina Navneteweyî ya Koçê li wan derên ku rewş lê guncav e piştgiriyê dide vegera dildarî, ewle û birûmet û di pêşkêşkirina alîkariyan de ti cudakariyan li ser bingeha neteweyî yan taybetmendiyên din ên parastî nake.”
Hevahengiya li gel hikûmeta Sûriyeyê
Berdevkê IOMê her wiha da zanîn:
“Alîkarî li gorî pêdiviyên mirovî, metirsiyan, pêdiviyên niştimanî û çavkaniyên li ber dest tên dabînkirin.
Di tevahiya destpêşxerî û beşdariyên xwe de em hevahengiyeke nêzîk bi hikûmeta Sûriyeyê re dikin û bi hevkariya hevparên xwe yên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên civaka sivîl û civakên xwecihî dixebitin.”
Kanûna Pêşîn a 2024an komên çekdar ên Sûriyeyê desthilata Beşar Esed rûxand û hikûmeteke nû li wî welatî damezirand.



