Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi tekez kir ku serkirdayetiya gelê Sûriyeyê ji bo dabînkirina aştiyê û avakirina welat girîng e.
Her wiha bangî civaka navneteweyî kir ku rêz li serweriya Sûriyeyê were girtin û cezayên yekalî werin rakin.
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi piştî hevdîtina xwe li gel Wezîrê Karên Derve yê Misirê Bedr Ebdulatî daxuyaniyek da.
Wezîrê Karên Derve yê Çînê ragihand ku divê aramî li Sûriyeyê were dabînkirin û avakirina wî welatî di bin xwedîderketin û rêberiya gelê Sûriyeyê de bimeşe.
Wang Yi tekez kir ku divê rêz li serweriya Sûriyeyê were girtin û her wiha xwest ku di şerê li dijî terorê û tundreviyê de bibiryar bin.
Wang Yi di daxuyaniya xwe ya derbarê Sûriyeyê de daxwaz kir ku gelê Sûriyeyê bi awayekî serbixwe biryarên xwe bide.
Wezîrê Karên Derve yê Çînê diyar kir ku ew piştgiriya pêkanîna aştiya di demeke kurt de li Sûriyeyê û avakirina welat bi xwedîderketin û serkirdayetiya gelê Sûriyeyê dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse