Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku Sûriye bi awayekî fermî ji lîsteya "welatên piştgiriyê didin terorê" hatiye derxistin.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar li gorî polîtîkaya Sûriyeyê ya Serok Donald Trump hatiye dayîn.
Her wiha hat ragihandin ku Heyeta Tehrîr Şamê (HTŞ) jî ji lîsteya "Rêxistinên Terorê yên Cîhanî yên Taybet (SDGT)" hatiye derxistin.
Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî (OFAC) ya ser bi Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve, HTŞ ji lîsteya sazî û kesên ku ceza li wan hatine birîn derxist.
Birêvebiriya Amerîkayê meha tîrmehê agahiyek dabû Kongreyê û niyeta xwe ya ji bo derxistina Sûriyeyê ya ji vê lîsteyê eşkere kiribû.
Sala 1979an ketibû lîsteyê
Amerîkayê sala 1979an Sûriye xistibû lîsteya "welatên piştgiriyê didin terorê".
Di wê lîsteyê de hîn jî Îran, Kuba û Koreya Bakur hene.
Derxistina Sûriyeyê ya ji lîsteyê nayê wê wateyê ku hemû cezayên li ser Beşar Esed û birêvebirên payebilind ên rejîma berê qediyane.
Beşeke mezin a cezayên kesane yên li ser Esed û kesên ku têkiliya wan bi sûcên şer re heye didomin.
Ji ber vê yekê ev biryar wekî efûkirina rejîma berê nayê dîtin.
Ev ne girtina ser sûcên paşerojê ye lê wekî guherîneke giştî ya statuya di siyaseta Amerîkayê ya li ser dewleta Sûriyeyê tê nirxandin.
Pêvajoya vekolînê bi dawî bû
Serokê Amerîkayê Donald Trump 8ê Tîrmehê agahiyek şandibû Kongreyê.
Pêvajoya vekolînê ya 45 rojan bêyî astengiyekê bi dawî bû.
Trump di agahiya xwe ya ji bo Kongreyê de dabû zanîn ku Sûriyeyê di 6 mehên borî de piştgirî nedaye karên terorê.
Wî her wiha garantî dabû ku Sûriye dê di paşerojê de jî piştgiriyê nede van karan.
Ji bo temambûna biryarê pêwîstî bi erêkirina Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio heye.
Her wiha divê biryar di Rojnameya Fermî (Federal Register) de bê weşandin.
Bi vî awayî, pêvajoya mecbûrî ya ji bo derxistina birêvebiriya Şamê ya ji lîsteya "welatên piştgiriyê didin terorê" temam bû.
_(1).webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)

