Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro diçin Şama paytexta Sûriyeyê.
Li gorî nûçeya ANHAyê, Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî dê bi rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtinê bikin.
Ev serdan di çarçoveya gotûbêjkirina çend mijarên girêdayî pêvajoya entegrasyonê pê tê.
Mezlûm Ebdî ji Rûdawê re ragihandibû ku ew gelek caran li Şamê hevdîtinên fermî dikin û plan dikin ku entegrasyon di nava vê mehê de biqede.
Tê pêşbînîkirin ku ev hevdîtinên li Şamê jî di çarçoveya gavên ji bo entegrasyonê de bin.


