Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Tedmûrê yê parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê teqînekê rû da.
Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê da zanîn ku mirî û birîndar hene.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku miriyek û 2 birîndar hene.
SANAyê da zanîn ku hîn çavkaniya êrişê "ne diyar e."
Li gorî agahiyan, Li bajarê Tedmûrê (Palmîra) yê Himsê bombeya di kîsê xurdefiroşekî de teqiyaye û di vê teqînê de kesek miriye û 2 kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyeke ewlehiyê ji kanala fermî ya Sûriyeyê El-Îxbariyeyê re ragihand ku teqîn li ber Gerînendehiya Herêmê ya Tedmûrê çêbûye.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolînê dikin.
.webp&w=3840&q=75)


