Hewlêr (Rûdaw) – Çekdaran şeva borî li navenda bajarê Humsê yê Sûriyeyê dest bi êrişan kir.
Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.
Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.
Tehrîr El Şamê herî dawî jî doh (5ê Kanûna Pêşîn) bajarê Hemayê kontrol kir.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTS) ragihand ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî kontrol kiriye.
Hums jî li nav hev ket
Tehrîr El Şamê piştî van rûdanan berê xwe da Humsê û li navenda bajêr jî êriş û pevçûnan dest pê kir.
Çekdar li navenda bajêr êrişî çeper û baregehên artêşa Sûriyeyê dikin.
Li gorî agahiyên ku hatine ji Rûdawê re, çekdaran li bakurê Humsê baregeheke leşkerî jî kontrol kiriye.
Pir hat rûxandin
Pira Restenê ya li navenda bajarê Humsê bi balafirên şer hat rûxandin.
Ev pir li ser rêya otobanê ye û Hums û Hemayê bi hev ve girê dide.
Eger Tehrîr El Şam nikaribe vê pirê bi kar bîne dê derbasbûna wê ya Humsê û hinek herêmên din ên li bakur zehmet be.
#VÎDEO - Çekdaran li Humsê jî dest bi êrişê kir‼️
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 6, 2024
🛑 Çekdar li nava bajêr êrişî baregehên artêşê dikin û hedefa wan a nû Hums e
🛑 Artêşa Sûriyeyê jî bi balafiran pirek rûxand pic.twitter.com/FfcxwiI8pl
“Em êriş dikin”
Li hêla din, Sûriye jî dibêje ku ew li ber xwe didin û êrişî komên çekdar dikin.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas ragihand ku vekişina wan a ji bajarê Hemayê pêngaveke taktîkî ye.
Artêşa Sûriyeyê jî vîdeoyeke operasyonên xwe yên ji asman û bejahiyê ve belav kir û got:
“Em ji asman û bejahiyê ve êrişî komên çekdar dikin.”
Artêşa Sûriyeyê ev vîdeo belav kir û got: Em ji asman û bejahiyê ve êrişî komên çekdar dikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 6, 2024
🛑 Tehrîr El Şamê piştî Hemayê berê xwe daye Humsê#Syria #SyriaConflict pic.twitter.com/r63SRPNJjy
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse