Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas ragihand ku vekişina wan a ji bajarê Hemayê pêngaveke taktîkî ye.
Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.
Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.
Tehrîr El Şamê herî dawî jî doh (5ê Kanûna Pêşîn) bajarê Hemayê kontrol kir.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas li ser “vekişîna” artêşa Sûriyeyê ya ji Hemayê peyameke vîdeoyî velav kir.
“Ev stratejî tedbîrek e”
Elî Mehmûd Ebas diyar kir ku li derdora Hemayê di navbera artêşê û “komên terorîst” de pevçûnên giran rû didin û got:
“Em rêbaza vekişîn û bipêşveçûnê ya di şeran de dişopînin. Ev stratejî tedbîrek e da ku mirin kêm bin.
Em di nava şerekî giran û domdar de ne.
Vekişîna me ya ji Hemayê pêngavek bû da ku em ewlehiya sivîlan misgoger bikin û terorîstên ku ketine bajêr bê bandor bikin.”
Hema 220 kîlometreyî dûrî Şama paytexta Sûriyeyê û di şerê navxwe yê 2011an de jî ji kontrola Beşar Esed derneketibû.
Le Tehrîr El Şamê doh bêyî ku rastî berxwedaneke bihêz were bajar xist destê xwe.
“Vekişîna me ya ji Hemayê taktîkî bû”
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê diyar kir ku vekişîna wan taktîkî ye û li pey çû:
“Vekişîna me ya ji Hemayê taktîkî bû. Hêzên me hîn jî li derdora bajêr di çeperên xwe de ne û em ji bo standina bajêr amade ne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse