Hewlêr (Rûdaw) - Civînên çaremîn xula komîteya destûrî ya Sûrî, bi serpereştiya Geir pedersen, Şandiyê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê, li Cinêvê berdewam in û opozisyona Sûriyê naveroka danûstandinan aşkere kir.
Li gor zanyariyên ku ji nav civînan hatine wergirtin, ew kombûn ji her sê xulên berî cidîtir bi rêve diçin.
Hadî el-Behre, Serokê Şanda Opozisyonê piştî du rojan ji civînan, naveroka danûstandinan aşkere kir. El-Behre diyar kir ku prensîpên niştimanî û bi taybet herdu dosyeyên koçber û girtiyan hatine gotûbêjkirin. Herwiha diyar kir ku rêkeftin li ser karnameya xula pêncemîn hatiye kirin.
Hadî el-Behre, Serokê Şanda Opozisyonê dibêje, “Rêkeftin derbarê karnameya xula dahatî hatiye kirin, ku dê dest bi gotûbêjkirina naverokên destûrî bê kirin, di beşa prensîpên bingehîn ên destûrê de û ew jî li ser çend beşan dabeş dibe, wekî pransîpên siyasî, aborî, rewşenbîrî, civakî û hin pransîbên din. Ev jî di cewher û beşa yekem a destûra dahatî de tê ku em hêvî dikin omêdiyên gelê Sûriyê bicî bîne.”
Bi destpêkirina civînan re, Geir pedersen, Şandeyê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê gotibû ku yek ji perpirsiyariyên wî serpereştiya encamdana hilbijartinan e, lê bi mercê ku destûra nû bê pejirandin.
Geir Pedersen, Şandeyê NY dibêje, “Yek ji birgeyên biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254 bi rastî ew e ku li gor pejirandina destûra nû helbijartin bên kirin. Lewma berpirsiyarî ew e ku ez alîkariyê di organîzekirina hilbijartinan de li gor destûra nû bikim."
Civînên komîteya biçûkkirî ya destûrê dê herdu rojên pênşem û înê jî berdewam bin. Paşê dê civîn rawestin heta ku di meha çile ya sala 2021ê de careke din ji bo xula pêncemîn dest pê bikin.


