Enbar- 15 DAIŞî hatin kuştin

03-07-2015
RÛDAW
Nîşan Heşdul Şeibî Enbar
A+ A-

Navenda Nûçeyan- Hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêza Heşdul Şeibî ya şîeyan li parêzgeha Enbarê 15 çekdarên DAIŞê kuştin û 25 jî birîndar kirin.

Fermandarê Tabûra 3 ya Hêza Heşdul Şeibî, Eqîd Merzî Mehmûd Cumeylî ragihand: “Duhî hêzên ewlehiyê û Heşdul Şeibî li rojhilatê bajarê Feluceyê, karîn bersiva çend êrişên çekdarên DAIŞê bidin.”

Merzî Mehmûd Cumeylî wiha got: “Wan çekdaran di êrişên xwe de navendên leşkerî û ewlehiyê li navçeya Elhîtawiye û Reşad yên bajarokê Germe li rojhilatê Feluceyê kiribûn armanca xwe, lê 15 kuştî û 25 birîndar dan.”

Cumeylî wiha domand: “Herwiha hêzên me karîn di wan êrişan de 7 otomobîlên DAIŞê têk bibin û 4 otomobîlên din jî ku bombekirîbûn û dixwestin bi me de biteqînin, me zû ew jî têk birin.”

Parêzgeha Enbarê bi temamî di destê rêxistina DAIŞê de ye. Hêzên ewlehiyê û Artêşa Iraqê û hêza Heşdul Şeibî niha hewl didin ku wê parêzgehê ji destê wê derxînin, lê aliyên sunî ji beşdariya Heşdul Şeibî di wê operasyonê de nerazî ne û dibêjin ew tenê dixwazin şerê suniyan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst