Hewlêr (Rûdaw) - Pispora bijîşkiya malbatê Dr. Newşad Newzad ragihand ku derman divê tenê ji hêla bijîşk û dermansazan ve werin peydakirin û dayîn û xeter e ku ji aliyê kesên bê ezmûn ve li ser înternetê werin firotin.
Pispora bijîşkiya malbatê Dr. Newşad Newzad îro bû mêhvanê bultena tenduristiyê ya Rûdawê ku Nime Serheng pêşkêş dike.
Dr. Newşad Newzadê diyar ku nayê zanîn ka dermanên ku li ser înternetê têne firotin çawa û di kîjan germahiyê de tên hilanîn an jî çawa tên peydakirin.
Newşad Newzadê derbarê bikaranîna dermanan hişyarî da û got:
"Her derman li ser her kesî heman encamê nade. Dermanek dikare ji bo kesekî din encameke baş bide lê dibe ku ji bo yekî din ew derman encameke nebaş bide û zererê bide."
Yekîtiya Dermansazên Kurdistanê (KPU) derbarê kirîna dermanan a li ser înternetê hişyarî da û diyar kir ku firotina dermanan a bi vî rengî neqanûnî ye û ew dê giliyê her kesê ku vê yekê dike (çi blogger bin an dermansaz) bikin.
Dr. Newşadê di vê çarçoveyê de wiha got, "Di vê heyamê de gelek vlogger bêyî pisporiya bijîşkî û tenduristiyê reklama dermanan dikin ku ji bo bikarhêneran pirsgirêkên xeter rû daye."


