Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bi boneya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan peyamek belav kir û ev pêngav pîroz kir.
Îro li Hewlêrê bi merasîmekê hat ragihandin ku hemû Hêzên Pêşmergeyan ên Herêma Kurdistanê di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de bûne yek.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk diyar kir ku ew bi kelecaneke neteweyî, dilxweşî û bi coşeke mezin yekkirina Hêzên Pêşmergeyan pêşwazî dikin.
"Gaveke dîrokî û niştimanî ye"
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl û birêvebirên Herêma Kurdistanê di merasîma îro de beşdar bûn.
Mustafa Ozçelîk destnîşan kir ku bi dehan hezar pêşmergeyên Yekeyên 70 û 80yî dikevin nava çarçoveyeke yekgirtî ya leşkerî ya niştimanî û dê êdî rasterast di bin fermandariya Wezareta Pêşmergeyan de bin.
Ozçelîk ev pêngav wekî "gaveke dîrokî û niştimanî" bi nav kir û got:
"Yekkirina Hêzên Pêşmergeyan li hemberî hemû xêrnexwazên Kurdistanê peyam û hêza niştimanî ya sereke ye. Ev bingehê geşkirina hêviya yekrêziya nav mala Kurdan e."
Spasiya PDK û YNKyê kir
Serokê Giştî yê PWKyê hêvî kir ku ev yekbûn bibe destpêka avakirina hikûmeteke hevbeş a Herêma Kurdistanê.
Wî her wiha xwest ku ev pêngav bibe destpêka yekkirina hemû dezgehên aborî, îdarî, ewlekarî, dîplomasî û hemû dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê.
Mustafa Ozçelîk ji ber piştgirî û biryardariya wan spasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hemû kesayet û birêvebiran kir ku keda wan di vê yekkirinê de heye.
Wî di dawiya peyama xwe de yekkirina Hêzên Pêşmergeyan li gelê Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdên cîhanê pîroz kir.



