Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa navendî ya Yenîşehîrê ya Amedê di encama pevçûna çekdarî ya di navbera du koman de 3 kes hatin kuştin.
Bûyerê li taxa Cumhurîyetê rû da.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji ber mijara deyn û pereyan di navbera du koman de nîqaşê dest pê kir û di demeke kurt de veguherî pevçûna çekdarî.
Di pevçûnê de 3 kes bi çekan hatin birîndarkirin.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Di kontrola yekem a tîmên tenduristiyê ya li cihê bûyerê de hat diyarkirin ku 2 kes mirine.
Tîmên tenduristiyê kesê sêyem ê ku bi giranî birîndar bûbû bi ambulansê bir nexweşxaneyê.
Tevî hemû midaxaleyên bijîşkî yên li nexweşxaneyê ew kes jî ji ber birînên xwe mir.
Termên 3 kesan ji bo diyarkirina sedema rast a mirinê û otopsiyê birin Serokatiya Koma Enstîtuya Bijîşkî ya Dadî ya Amedê.
Piştî bûyerê li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin û derbarê kesên ku tev li pevçûnê bûne dest bi lêkolînê hat kirin.



