Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got, “Îranê ti carî hewla çêkirina çekên atomî nedaye.”
Ofîsa Serokkomarê Îranê ragihand ku Mesûd Pizîşkiyan bi telefonê bi Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Støre re axiviye û pêwendiyên dualî yên her du welatan, rewşa herêmê û dosyeya atomê ya Îranê gotûbêj kirine.
Li gorî daxuyaniyê, Mesûd Pizîşkiyan ji Jonas Gahr Støre re ragihandiye:
"Li gorî fermana Rêberê Bilind Elî Xamineyî, Îranê ti carî hewla çêkirina çekên atomî nedaye, ji bo piştrastkirina vê yekê jî her tim alîkar bûye û dê alîkariya bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re bidomîne."
"Siyaseta me ya sereke li ser bingeha avakirina yekîtiyê ye"
Pizîşkiyan her wiha zelal kir ku Îran li dijî nearamî û pevçûnan e û berdewam kir:
"Em her girjî, nearamî û pevçûnê wekî ziyaneke ji bo xwe, herêmê û cîhanê dibînin.
Siyaseta me ya sereke li ser bingeha kêmkirina girjiyan û avakirina yekîtiyê ye li herêmê lê di heman demê de em dê bi dilniyayî bi şêweyekî tund û xurt li dijî her metirsiyê bisekinin ku li ser ewlehî û berjewendiyên welatê me bê kirin."
Ofîsa Serokkomarê Îranê amajê bi wê yekê jî kir ku Serokwezîrê Norwêcê piştevaniya welatê xwe ji bo çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên herêmê ya bi awayekî aştiyane aniye zimên.
Jonas Gahr Støre tekezî li wê yekê kiriye, Norwêc ji bo vê mebestê amade ye erkê ku dikeve ser milê xwe bi cih bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse