Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) eşkere kir ku Îranê ji destpêka hezîranê de 127 kes îdam kirine û cezayê îdamê daye 19 kesan.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a ku navenda wê li Amerîkayê ye (HRANA), li ser îdamên ku rejîma Îranê pêk tîne raporek belav kir.
Li gorî raporê, ji destpêka meha Hezîranê ve li Îranê 127 kes hatine îdamkirin, cezayê îdamê dane 19 kesan û cezayê îdamê yê 12 kesan jî hatiye pesendkirin.
Piraniya wan xwenîşander in
Hat diyarkirin ku piraniya wan înfaz û cezayên îdamê ji xwenîşanderan re hatine dayîn in ku demên dawî di xwenîşandanên li Îranê de hatine girtin.
Ji destpêka meha hezîranê heta niha 809 kes ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine desteserkirin.
Her wiha 16 kes ji bo îfadeyê hatine gazîkirin, 8 dozên nû hatine vekirin, bi ser 8 malan de hatiye girtin û dest li ser mal û milkên 698 kesan hatiye danîn.
Binpêkirina mafên girtiyên siyasî
Di raporê de hat eşkerekirin ku li hemberî girtiyên siyasî 94 binpêkirinên mafan hatine tomarkirin.
Li girtîgehan 2 mirinên bi guman çêbûne û di 49 dosyeyan de li ser aqûbeta girtiyan ti agahî nehatine dayîn.
Her wiha 107 darizandinên neşefaf çêbûne, qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li ser 29 kesan hatiye danîn û 21 kes jî ji mafên xwe yên tenduristiyê bêpar hatine hiştin.
Li aliyê din, di raporê de hat diyarkirin ku 2 girtiyan ji bo protestokirina şert û mercên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiriye.


