Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê û Serokê Şandeya Dan û Standinan a bi Amerîkayê re Mihemed Baqir Qalîbaf, îdiaya Serokê Amerîkayê Donald Trump derewand.
Trump îdia kiribû ku dê Îran bi pereyên xwe yên cemidî berhemên çandiniyê yên Amerîkayê bikire.
Qalîbaf ji hesabê xwe yê tora civakî ya Xê, daxuyaniya Serokê Amerîkayê Trump a li ser berdana pereyên cemidî bersivand.
"Hûn tenê sozên vala hinarde dikin"
Qalîbaf di peyama xwe de bersiveke tund da û ev gotin bi kar anîn:
"Amerîka bi awayekî derew îdia dike ku em dê bi pereyên xwe yên serbestberdayî berhemên wan ên çandiniyê bikirin. Balkêş e.
Yekane berhema ku em didirûn, ew bêbaweriya bi dehan salan e ku we çandiye. Organîk e, zêde ye û çêkirina malê ye.
Lê diyar e ku Amerîka tenê fasûlyeyên soyayê yên bi genetîka guhertî (GDO), sozên ku nayên bicihanîn û gotinên vala hinarde dike."
Peymana 14ê Hezîranê
Di madeya 11an a wê peymana ku 14ê Hezîranê di navbera Îran û Amerîkayê de hatibû îmzekirin de tê diyarkirin ku dê pereyên cemidî yên Îranê serbest werin berdan.
Îdiayên Trump
Serokê Amerîkayê Trump îdia kiribû ku ew pereyên Îranê yên cemidî yên ku di çarçoveya peymanê de tên berdan dê di bin kontrola Amerîkayê de bin.
Trump gotibû ku dê Îran bi beşek ji wî pereyî ji Amerîkayê garis, genim, fasûlyeyên soyayê û berhemên din ên xwarinê bikire.


