Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê hişyarî da xwediyên keştiyan ku her rêyeke nû ya derbasbûna di Tengava Hurmizê re bêyî hevahengiya Tehranê nayê qebûlkirin û xeternak e.
Supaya Pasdaran her wiha gefa girtina rêkarên nû li dijî wan keştiyan xwar ku guh nadin rênimayên wan.
Ev hişyariya tund giringiya desthilata Tehranê ya ji bo parastina kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmizê û rûbirûbûna her derbasbûnê nîşan dide ku bêyî destûra wan tê kirin.
Li gorî medyaya navxwe ya Îranê, Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran ragihand ku tenê ew rêyên keştiyaniyê destûrî ne ku ji aliyê Îranê ve hatine diyarkirin.
Her wiha diyar kir ku hevahengiya bi hêzên Îranê re di vê mijarê de mecbûrî ye.
Rêyên li derve qedexe ne
Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran di wê raporê de dibêje, "Keştîvaniya li derveyî van rêyan gelekî xeternak û qedexe ye.
Em hişyariyê didin hemû keştiyan ku xwe ji her tevgera li derveyî rêyên diyarkirî dûr bixin."
Amarên MarineTrafficê
Li gorî amarên çûnûhatinên deryayî yên şirketa MarineTrafficê, di destpêka vê hefteyê de hejmara derbasbûna keştiyan gihîştiye 93 keştiyan ku ev sê qatê hefteya borî ye.
Her çendî ev hejmar hîn jî ji ya beriya şer gelekî kêmtir e ku wê demê zêdetirî 100 keştî di tengavê re derbas dibûn.
Amarên çûnûhatinên deryayî yên şirketa MarineTrafficê her wiha piştrast kirin ku roja sêşemê 31 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Şirovekar hişyarî didin ku her cure kontrola Îranê ya di dema dirêj de dê bandorê li ser veguhastina petrola di ser Kendavê re bike.


