Netanyahu bersiv da Erdogan: Yê ku Kurdan qir dike nikare dersê bide me

27-12-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Benjamin Netanyahu Kurd Îsraîl Xeze Tirkiye Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu bersiv da Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganê ku ew dişiband Adolf Hîtler.

Netanyahu got, “Erdoganê ku Kurdan qir dike û rojnamegeran dixe girtîgehê kesê dawî ye ku dersa exlaq bide me.”

Kurd û Filîstînî bûne du kartên sereke ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî hev bi kar tînin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro derbarê erişên li ser Xezeyê de rexne li Netanhayu girtin û karên ku Netanyahu dike şibandin karên Adolf Hîtler.

“Em dê pir li Hîtler bigerin”

Erdogan zilma Hîtler a li hemberî Cihûyan bi bîr xist, amaje bi êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da û got:

“Bi ecêbî behsa Hîtler dikin. Ma ferqa we ji Hîtler heye? Em dê pir li Hîtler bigerin.

Ma ferqa ew karên ku Netanyahu dike ji yên Hîtler heye?”

Benyamin Netenyahu li hemberî gotinên Erdogan bêdeng nema û heman rojê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê helwêsta Hikumeta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan rexne li Erdogan girtin.

“Yê ku Kurdan qir dike nikare dersa exlaq bide me”

Netanyahu di tweeta xwe de wiha anî ziman:

"Erdoganê ku Kurdan qir dike û rojnamegerên dijî rêveberiya xwe dixe girtîgehan û di vê mijarê de rekor li cem wî ye, kesê dawî ye ku dersa exlaqê bide me.

Hêzên Çekdar ên Îsraîlê artêşa herî biexlaq a cîhanê ye ku şerê  terorîstên herî dilreq û zalim ên cîhanê dike û wan ji holê radike.

Ew terorîstên rêxistina Hemas-DAIŞê ne ku Erdogan pesnê wan dide û mêhvandariya serkirdeyên wan ên di asta bilind de dike."

Şêrê Îsraîl û Hemasê

Zêdeyî 2 meh û nîv in şerê grûbên çekdar ên Xezeyê û Îsraîlê berdewam dike.

Baskê leşkerî yê Hemasê, Lîwayên Qesamê 7ê Çiriya Pêşînê danê sibehê ragihandibû ku wan bi navê “Tofana Eqsayê” êrişeke berfireh li dijî Îsraîlê daye destpêkirin.

Îsraîlê jî li hemberî vê êrişê operasyona “Şûrê Hesin” ragihand ê piştre bereya şer di navbera Hemas û Îsraîlê de berfirehtir bû û grûbên Îslamî jî li Xezeyê beşdarî şer bûn.

Heta niha tevî hewldanên navdewletî şer ranewestiyaye.

Li Xezeyê hejmara kuştiyan 21 hezar derbas kir

Tenduristiya Xezeyê îro di raporekê de ragihand ku heta niha 21 hezar û 110 kesan li Xezeyê di şer de canê xwe ji dest daye û 55 hezar û 243 kes jî birîndar bûne.

Tenduristiya Xezeyê herwiha dibêje tenê di 24 demjimêrên borî de 195 kes ji ber bomberanên Îsraîlê mirine.

Artêşa Îsraîlê jî got,“Ji destpêka şer ve nêzîkî 7 hezar çekdarên Hemasê hatine kuştin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst