Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Îranê Mesûd Peze Pizîşkiyan rewşa herêmê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Îranê Mesûd Peze Pizîşkiyan bi rêya telefonê axivîn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, serokên her du welatan têkiliyên dualî yên Tirkiye û Îranê û rûnanên herêmî û cîhanî nirxandin.
Erdogan diyar kir ku peymana di navbera Îran û Amerîkayê de cihê kêfxweşiyê ye.
Wî da zanîn ku ew dê wekî Tirkiyeyê ji bo aştiyê çi ji destê wan bê bikin û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.
Her wiha Erdogan bal kişand ser wê yekê ku divê ew li hemberî kesên ku dixwazin dan û standinan sabote bikin baldar bin.
Erdogan destnîşan kir ku di serdema nû de avêtina gavên ji bo xurtkirina aştiya herêmî girîng e.
Wî anî zimên ku Tirkiye dê ji bo pêkanîna vê yekê bixebite.
Erdogan her wiha diyar kir ku ew dê gavên ji bo bipêşxistina hevkariya bazirganî, darayî û enerjiyê yên di navbera Tirkiye û Îranê de bidomînin.
Pizîşkiyan pesnê Tirkiyeyê da
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (IRNA), di hevdîtinê de ji bilî têkiliyên siyasî, aborî û dîplomatîk ên di navbera Îran û Tirkiyeyê de rûdanên herêmî jî hatin nirxandin.
Pizîşkiyan pesnê helwesta Tirkiyeyê ya van demên dawî ya li ser krîzên herêmî da.
Wî ji ber hewldanên çareserkirina pirsgirêkan ên bi rêyên dîplomatîk spasiya Erdogan kir.
Pizîşkiyan bal kişand ser girîngiya bipêşxistina têkiliyên civakî, çandî, siyasî û aborî yên di navbera Îran û Tirkiyeyê de û got:
“Divê welatên herêmê ji bo pêkanîna aştî, aramî û ewlehiyê gavên hevpar biavêjin.”
Pizîşkiyan qala rûdanên dawî yên li herêmê û pêvajoya agirbestê kir.
Wî diyar kir ku hewldanên dîplomatîk ên welatên herêmê di bidawîbûna şer û pevçûnan de bibandor in.
Pizîşkiyan destnîşan kir ku divê rewşa Libnan û Filîstînê jî di rojeva hewldanên navneteweyî de be.
Wî eşkere kir ku Îran amade ye di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de pêvajoya dîplomatîk bidomîne.
Pizîşkiyan anî zimên ku welatê wî şer naxwaze û ew li aliyê çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya dan û standinan in.
Serokkomarê Îranê diyar kir ku bûyerên dawî bandoreke neyînî li têkiliyên aborî yên her du welatan kiriye.
Wî pêşniyar kir ku ji bo vejandina hevkariya aborî xebatên komîsyona aborî ya hevpar leztir bibin.
Erdogan: Me piştgirî neda midaxeleyên li ser Îranê
Li gorî medyaya Îranê, Erdogan di hevdîtinê de gotiye ku wan piştgirî nedaye midaxeleyên li ser Îranê û berê jî ev yek anîne zimên.
Erdogan da zanîn ku ew nêzîkatiya Îranê ya di dan û standinên bi Amerîkayê re erênî dibînin.
Wî bal kişand ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên li herêmê ya bi rêya diyalog û dîplomasiyê û got:
“Ji bo parastina aramiya herêmê divê pêvajoya dan û standinan bidome."
Wî ji bo bipêşxistina têkiliyên aborî pêşniyar kir ku komîsyona aborî ya di navbera her du welatan de ji nû ve çalak bibe.
Erdogan her wiha destnîşan kir ku xurtkirina diyalog û hevkariya di navbera welatên herêmê de dê bibe derfeta asayîbûna têkiliyan û bipêşketina pêwendiyên aborî.



