Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî gera yekem a dan û standinên bi Amerîkayê re daxuyanî da.
Eraqçî ragihand ku ji bo qedandina şerê Libnanê bipêşketinên girîng çêbûne.
Gera yekem a dan û standinan bi navbeynkariya Qeter û Pakistanê hat kirin.
Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê Xê li ser wan dan û standinan nirxandin kirin.
Şerê Libnanê
Eraqçî diyar kir ku “Koma Xebatê” dê ji bo rêlibergirtina pevçûnên li Libnanê were avakirin û ev kom dê bibe tecrubeyeke rasteqîn.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê anî zimên, "Bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê ji bo qedandina şerê Libnanê bipêşketin çêbûn."
Dorpêç hat rakirin
Eraqçî her wiha destnîşan kir ku sînorên li ser firotina petrola Îranê hatine rakirin û dorpêç bi dawî bûye.
Wî eşkere kir ku hinek ji sermayeyên Îranê yên hatibûn rawestandin jî hatine berdan.



