Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ragihand ku hêzên wan ji başûrê Libnanê venakişin.
Ev daxuyanî wekî astengiyeke sereke ya li pêşiya peymana aştiyê ya di navbera Amerîka û Îranê de tê dîtin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li Tel Evîvê di konferansekê de got:
"Artêşa Îsraîlê amade ye û em venakişin.
Me ragihand ku em di bin ti mercan de venakişin.
Heta vê gavê ku ev destkefteke siyasî ye, ti daxwazên Amerîkayê ji bo vekişîna Îsraîlê ya ji Libnanê nînin."
Ev daxuyaniyên Katz di demekê de ne ku hikûmetên Libnan û Îsraîlê li Washingtonê li ser pêşniyareke Amerîkayê nîqaşê dikin.
Li gorî wê pêşniyarê, divê Îsraîl ji wan herêmên ku di vî şerî de kontrol kirine vekişe û wan radestî artêşa Libnanê bike.
Tehran: Libnan xeta sor e
Li aliyê din, Tehran teqez dike ku rawestandina şerê li Libnanê şertê sereke yê peymanê ye.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro li Bakuyê ragihand:
"Ji bo me agirbesta li Libnanê bi qasî agirbesta li Îranê girîng e.
Bidawîhatina şerê li Libnanê bi qasî bidawîhatina şerê li Îranê biqîmet e."
Tevî hişyariyên Îranê, êrişên Îsraîlê didomin.
Di encama êrişeke drona Îsraîlê ya li otomobîlekê de li başûrê Libnanê herî kêm 2 kes mirin.
Gera Marco Rubio
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dest bi gereke li welatên Rojhilata Navîn kiriye.
Armanca Rubio ew e ku dilgiraniya wan hevpeymanan ji holê rake ku difikirin di vê peymanê de îmtiyazên zêde dane Tehranê.
Rubio bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayed Al Nehyan re civiya.
Rubio dê biçe serdana Kuweyt û Behreynê jî ku di şer de rûbirûyî êrişên mûşekî yên Îranê bûbûn.
Nakokiyên li ser dosyeya nukleer û Hurmizê
Tevî ragihandina peymana Îslamabadê, hîn jî daxuyaniyên dijber li ser naveroka wê tên dayîn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îran bi pişkinîna "herdemî" ya navendên xwe yên nukleerê razî bûye lê Tehranê ev yek red kir.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî diyar kir ku ti plan ji bo pişkinîna wan navendên nukleerê nînin ku rastî êrişan hatine.
Xerîbabadî destnîşan kir ku ev mijar dê tenê di çarçoveya peymana dawî de were nîqaşkirin.
Li ser mijara Tengava Hurmizê jî, çûn û hatina keştiyan dest pê kiriye û vê yekê petrol erzan kiriye.
Trump dibêje Tehranê soz daye ku ti bacan nestîne lê dîplomat amaje bi wê yekê dikin ku Îran dixwaze baca "xizmetên ewlehiyê û jîngehê" ji keştiyan bistîne.
Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî li Mesqetê bû da ku bi rayedarên Umanê re bingeha diyaloga di navbera welatên Kendavê û Îranê de ya li ser birêvebirina tengavê deyne.



