Lîwayên Qesamê: 4 fermandarên me hatin kuştin

27-11-2023
Nîşan Lîwayên Qesamê Hemas Fermandar Xeze Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîwayên Qesamê eşkere kir ku di pevçûnên li Xezeyê de 4 fermandarên wan hatine kuştin

Baskê çekdarî yê Hemasê Lîwayên Qesamê da zanîn ku ev fermandar di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

Di daxuyaniya Lîwayên Qesamê de hat diyarkirin, yek ji wan Endamê Konseya Leşkerî Ehmed el-Xandûr (Ebû Enes), ên din jî Waîl Receb, Rafet Selman, Eymen Siyam in.

Di daxuyaniyê de, xeyn ji navên wan der heqê kuştina fermandarên navborî de agahî nehatin dayîn wiha hat gotin:

"Fermandar di dema Tofana Eqsayê de li eniyên cuda bi qehremanî û bi rûmet şehîd ketin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî / Arşîv

Li Pakistanê 16 leşker hatin kuştin

Artêşa Rizgariya Belûçistanê (BLA) li Belûçistanê çalakiyên leşkerî li dar dixe û dixwaze ku Belûçistan ji Pakistanê veqete