Li Hewlêrê 3 leşkerên wan birîndar bûbûn: Amerîkayê êrişî Hizbulahê kir

26-12-2023
Nîşan Balafirxaneya Hewlêrê Êriş Amerîka Hizbulah Hizbullah Libnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Amerîkayê piştî ku doh li Hewlêrê sê leşkerên wan hatin birîndarkirin êrişî Hizbulahê kir.

Doh bi dronê êrişî baregeha Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê hat kirin.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê derbarê êrişê de li ser kanala xwe ya Telegramê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku wan ev êriş pêk aniye.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin dagihand ku wan li Îraqê bersiveke “pêwîst û minasib” daye Lîwayên Hizbulahê.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla jî da zanîn ku wan bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden, îro saet 04:45an êrişî 3 cihên Hizbulahê û grûpên din en çekdar kiriye.

Li gorî daxuyaniya Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla, “Tê çaverêkirin ku di van êrişan de hinek çekdarên Hizbulahê hatibin kuştin.”

“Em dê tim û daîm hêzên xwe biparêzin”

Michael Erik Kurilla amaje bi berpirsiyariya grûpên li Sûriye û Îraqê kir û da zanîn, “Armanca vê êrişa me ya esmanî lawazkirina wan grûpan e. Em dê tim û daîm hêzên xwe biparêzin.”

Di êrişa doh a li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê de 3 leşkerên Amerîkayê birîndar bûbûn û birînên yekî ji wan xedar in.

Konseya Ewlehiya Niştimanî, Joe Biden ji vê êrişê agahdar kiriye, wî jî ferman daye Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ku amadekariyên êrişa bersivdayînê bikin.

Berdevkê Konseya Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê Adrienne Watson got:

“Serok tiştekî di ser parastina wan hêzên Amerîkayê re nabîne ku di metirsiyê de dixebitin.

Heke êriş berdewam bikin dê Amerîka li gorî rêbazên xwe gavan biavêje.”

Hemasê, 7ê Çiriya Pêşînê li hemberî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kiribû.

Artêşa Îsraîlê jî li hemberî vê yekê li Xezeyê bi dijwarî dest bi bombebaranê kir.

Piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê herî kêm 100 carî rastî êrişan hatine.

Herwiha 8ê vê mehê bi mûşekan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst