Zava di daweta xwe de bi guleya mêvanekî canê xwe ji dest da

25-09-2023
RÛDAW
Mevanekî bi coşa dawetê gule berda hewayê û zava kuşt
Mevanekî bi coşa dawetê gule berda hewayê û zava kuşt
Nîşan Urdun Dawet Zava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Urdunê di şahiyê dawetê de, mêvanekî gule berdan hewayê û bi şaşitî zava kuşt.

Bûyer li bajarê Mayê yê Urdunê qewimî.

Zavayê 20 salî yê bi navê Hamza Sattam Hamed Al-Fanatsa bi mêvanan re dest bi reqsê kir.

Di wê navberê de mêvanekî li ser hev gule berdan û bi şaşitî guleyek li sîngê zava da.

Tîma tenduristiyê zavayê ku hat zanîn polîs e bi birîndarî bir nexweşxaneyê.

Hamza Sattam Hamed Al-Fanatsa tevî hemû midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Berpirsê Asayîşê Amer El-Sertawî diyar kir ku kesê gule berdane hate girtin û wan dest daniye ser çeka wî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst