Hewlêr (Rûdaw) - Di nava kêmtirî 24 demjimêran de, Hêzên Amerîkayê 2 caran li parêzgeha Dêrezorê êrîşî pêgehên grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve kirin.
Şîrovekarê siyasî yê xelkê Dêrezorê Omer Ebû Leila, ji Rûdawê re got, di êrîşên Amerîka de herî kêm 10 çekdarên grûpên ser bi Îranê hatine kuştin.
Rûbirûbûna di navbera hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û çekdarên ser bi Îranê ve li rojhilatê Sûriyê zêde bûne.
Piştî êrîşa asmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navddewletî ku fecra roja çarşemê hatibû kirin, milîsên ser bi Îranê derdora herdû zeviyên el-Omer û Konîko ku hêzên Amerîkî li wan in, hêzên Amerîk careke din çend pêgehên milîsên ser bi Îranê li Hwîcet Seqir û li nêzîk bajarê Meyadîn kirin armanc.
Berdevkê Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Amerîkayê John Kirby li ser êrîşên asmanî got, “Hêzên Amerîka êrîşên asmanî yên hûr û serkeftî li Dêrezor encam dan. Me dapoyên teqemenî û jêrxanên din ên serbazî kirin armanc ku ji aliyê Supayê Pasdaran ê Îranê û grûpên nêzîkî wê li Sûriyê hatibûn anîn.”
Pisporê karûbarê serbazî Xalid Mutleq ji Rûdawê re diyar kir ku Amerîka dixwaze destê Îranê yê di nav Sûriyê de kurt bike.
Pisporê Stratejiyê Xalid Mutleq got, “Bi rastî ev ne cara yekem e û dê ne ya dawî jî be, çi operasyên Hevpeymaniyê bin û çi jî yên Îsraîlê bin li nav xaka Sûriyê mebest jê birrîna neynûkên Îranê li Sûriyê ne. Lê ev operasyon sînordarkirî bû û diyar bû ku ne berfireh bûye, ew bersivdan bûye li ser êrîşa ku li dijî navçeya 55 li derdora binkeya Tinifê hatibû kirin.”
Ji aliyê xwe ve, Omer Ebû Leila, şîrovekarê siyasî ku bi xwe xelkê Dêrezorê ye, ji Rûdawê re encamên meydanî yên êrîşa Amerîkayê aşkere kirin.
Şîrovekarê siyasî Omer Ebû Leyla anî ziman, “Bi nêrîna min Hevpeymaniya navdewletî dê tu sistî û xaviyê nîşan nede li hember her metirsiyekê li ser hêzên wê li bakur rojhilatê Sûriyê. Û ev name zelal bû bi bersivdana bihêz ku bûye sedema kuştina bêhtir ji 10 çekdarên van milîsan, ku di nav wan de çekdarên biyanî hene ku li bakurê rojhilatê Sûriyê şer dikin.”
Roja 15ê meha Tebaxê, milîsên ser bi Îranê êrîşeke asmanî bi çend Dronan biribûn ser navçeya Tinidê ku ji bilî serbazgehên Artêşa Mexawîr el-Sewre, ya opozisyona Sûriyê, binkeyeke serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî jî heye.


