Jina Îsraîlî ya ku ji aliyê Hemasê ve hat berdan axivî: 'Min dojeh bi çavên xwe dît'

24-10-2023
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsraîl Nurit Cooper Yocheved Lifshitz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jina Îsraîlî Yocheved Lifshitza 85 salî ya ku ji aliyê Hamasê ve hatibû berdan axivî û got, “Min dojeh bi çavên xwe dît.”

Hat zanîn Yocheved Lifshitza ku çalakvana aştiyê ye û bi salan e bi hevjînê xwe re li Xezeyê alîkariya nexweşên Filistînê dikir.

Çekdarên Hemasê bi navbeynkariya Qeter û Misirê 2 dîlên din ên Îsraîlê, ji ber rewşa wan a tenduristî serbest berdan.

Navê jinên Îsraîlî yên hatin berdan jî Nurit Cooper a 79 salî û Yocheved Lifshitza ya 85 salî ne.

Li gorî nûçeya NTVyê, her du jin nêzîkî sînorê Xezeyê, li Nir Ozê dijîn. Di êrişa Hamasê ya 7ê Çiriya Pêşîn de bi hevjînên xwe re hatibûn revandin.

Berdevkê Baskê çekdar ê Hemasê Lîwayên Îzeddîn El-Qesamê Ebû Ubeyde li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir û got:

“Ji ber sedemên mirovahî û xirabûna tenduristiyê, me biryara berdana wan da.”

Yocheved Lifshitza dema hat berdan destê leşkerên Hamasê girt û xwatir ji wan xwest. Yocheved diyar kir ku wê di heman demê de peyva Şalom ku bi zimanê Îbraniyan tê wateya “aşitiyê” bikar anî ye.

“Wê li Xezeyê alîkariya nexweşan dikir”

Hat zanîn ku bi salan e Yocheved Lifshitz û hevjînê xwe, wekî çalakvanên aşitiyê alîkariya nexweşên Filistînê dikir.

Her du jin û mêr bi armanca dermankirinê, nexweşên Filistînê di deriye sînorî yê Erezê de derbasî Îsraîlê dikir.

Yocheved Lifshitza ku piştî hat berdan rakirin nexweşxaneya Tel Avîvê, ji rojnamegeran re axivî û got:

“Me bi motorsîkletan revandin û li Xezeyê, di tunelên ku dişibin tevna pîravokan de digirtin.

Dema me birin li me xistin. Ji ber wê di laşê min de gelek cih reş bûne. Min dojehê bi çavên xwe dît.

Ji 2-3 rojan carekê bijîşk me kontrol dikirin. Hamasê hemû pêdiviyên me dabîn dikirin.”

Yocheved Lifshitzê diyar kir ku hevjînê wê Odedê 83 salî û hevjînê Cooper, Amîram ku 85 salî ye hîna di destê Hamasê de ne.

Keça Yocheved Lifshitzayê Sharone got, ew nizanin ka bavê wan di çi rewşê de ye. Ji ber ku bi dêya wê re di heman cihî de nehatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst