Qeterê dema destpêkirina agirbesta li Xezeyê ragihand

23-11-2023
RÛDAW
Nîşan Qeter Hemas Îsraîl Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve yê Qeterê agahiyên têkildarî agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de parve kirin.

Qeterê ragihand ku agirbesta demkî ya mirovî, dê roja înê, li gorî saeta herêmî 07:00an dest pê bike.

Li gorî demjimêra Kurdistanê agirbest di 08:00an de dest pê dike.

Herwiha hat ragihandin ku koma yekemîn a dîlan, dê sibe li gorî saeta Kurdistanê di demjimêr 17:00an de bê berdan.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Qeterê diyar kir ku lîsteya dîlên ku dê ji aliyê Hemasê ve werin berdan, ji aliyê Îsraîlê ve hatiye qebûlkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Qeterê herwiha got:

“Dîlên ku ji heman malbatê ne, dê li heman herêmê werin komkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst