TUIKê aşkere kir; rêjeya mirina herî kêm li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê ye

22-06-2023
Zozan Çetîn
Nîşan TUIK Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) hejmara mirinên ku di sala 2022ê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çêbûne eşkere kir. Li gorî raportê, hejmara miriyan li gor sala beriya wê %10,9 kêm bûye û bûye 504 hezar û 839 kes, ji wê hejmarê jî %54,6 mêr û %45,4 jî jin bûne.

Li gor amarên ku ji aliyê TUIKê ve hatine eşkerekirin, di sala 2021ê de 566 hezar û 485 kes li wî welatî mirine û di sala 2022ê de 504 hezar û 839 kes mirine.

Amarên TUIKê nîşan didin ku kesên mirî %54,6ê mêr û %45,4 jin bûne.

Di sala 2022ê de bajarên ku herî kêm lê mirin çêbûne Şirnex, Colemêrg, Wan û Êlih ên Bakurê Kurdistanê ne û yên herî zêde lê mirin çêbûne jî Sînop, Kastamonu, Edirne û Kirklarelî yên Tirkiyê ne.

Li Şirnexê ji her hezar kesî 2,4 kes, li Colemêrgê ji her hezar kesî 2,5 kes, li Wanê ji her hezar kesî 2,9 kes û li Êlihê ji her hezar kesî 3 kes mirine.

Li Sînopê ji her hezar kesî 11,7 kes mirine, li Kastamonu ji her hezar kesî 11,2, li Edîrneyê ji her hezar kesî 10.3 û li Kirklareliyê jî ji her hezar kesî 10.2 kes mirine.

Yek ji sedema mirinan a sereke nexweşiyên gera xwînê bûne, her wiha nexweşiyên penceşêrê, krîza dil û nexweşiyên din in.

Di sala 2022ê de mirinên ku ji ber nexweşiyên gera xwînê çêbûne, herî kêm li parêzgeha Kilîsê û bi rêjeya %25,5 bûye. Piştî wê jî bi rêjeya %27,5 Agirî, %28,8 Stenbol û %29,8 Wan tên.

Ji bo mirinên zarokan, li gor raporta TUIKê di sala 2021 de 10 hezar û 89 zarok mirine û di sala 2022 de jî 9 hezar û 522 zarok mirine, yanî mirina zarokan li gor sala berê kêmtir bûye.

Di heman demê de ji ber nexweşiya penceşêrê parêzgeha herî zêde lê mirin çêbûyî bi %21,8 Agirî ye, piştî wê jî bi rêjeya %18,8 Qers, û bi rêjeya %18,6 her du parêzgehên Îdir û Erzerom tên.

Li gor amaran, parêzgeha ku ji ber penceşêrê herî kêm lê mirin çêbûye, parêzgeha Sêrtê li Bakurê Kurdistanê ye ku bi rêjeya %8,5 bûye, paşê jî Kilîs bi rêjeya %10, Dîlok bi rêjeya %10 û Riha bi rêjeya %10.1 tên.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst