Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ragihand ku Deriyê Sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê ji bo vekirinê amade ye.
Omer Bolat diyar kir ku aliyê Sûriyeyê jî soz daye ku di nava 4 mehan de amadehiyên xwe temam bike.
Bi vî awayî tê plankirin ku ew derî heta dawiya îsal bê vekirin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat çû Şama paytexta Sûriyeyê.
Bolat di çarçoveya "Civîna Şandeya Bazirganiyê ya Tirkiye û Sûriyeyê" de çend hevdîtin kirin.
Ev civîn bi hevahengiya Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê û Encûmena Hinardekarên Tirkiyeyê hat lidarxistin.
Bolat di civînê de li ser pêwendiyên bazirganî yên di navbera Enqere û Şamê, rewşa deriyên sînor û rûdanên dawî yên li Sûriyeyê axivî.
Omer Bolat ragihand ku îro Fuara 63yemîn a Navneteweyî ya Şamê vebû.
Wî da zanîn ku ew bi şandeyeke karsazan a ku ji 200 kesan pêk tê beşdarî merasîmê bûne.
Bolat bal kişand ser rewşa Sûriyeyê ya piştî rûxîna rejîma Esed û got:
"Piştî avakirina hikûmeta nû, em bi hevahengiyeke gelekî nêzîk bi wezaretên Sûriyeyê re dixebitin.
Hilberîner, pîşesazkar û bazirganên me bi salan e hevkarên hev in. Mirov beriya her tiştî bi cîranên xwe re bazirganiyê dike û hevkariyê ava dike."
Vekirina bankayan û Deriyê Qamişloyê
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê her wiha diyar kir ku "Peymana Hevkariya Gumrikê" ya di navbera her du welatan de hatiye pesendkirin.
Li gorî gotina wî, niha xebatên ji bo vekirina bankayên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û xurtkirina pêwendiyên odeyên bazirganiyê didomin.
Omer Bolat di axaftina xwe de mizgîniya vekirina Deriyê Sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê jî da û got:
"Me ji aliyê Sûriyeyê soz wergirtiye ku heta dawiya îsal Deriyê Gumrikê yê Nisêbîn û Qamişloyê were vekirin.
Ev yek dê bibe deriyekî nû û girîng ji bo bazirganiya transît a ber bi Îraq û Kendavê ve."
Peymana Parastinê ya Mekkeyê
Bolat da zanîn ku meha îlonê dê "Fuara Avakirina Sûriyeyê" were lidarxistin.
Di vê fuarê de dê saziya TOKÎyê û gelek şirketên avahîsaziyê yên Tirkiyeyê bi awayekî berfireh cih bigirin.
Omer Bolat amaje bi "Peymana Parastinê ya Mekkeyê" ya di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Li Rojhilata Navîn di navbera welatên Kendavê û Tirkiye û Sûriyeyê de hevpeymaniyeke aborî ya gelekî xweş çêdibe.
Ev hevkarî dê bi tevlîbûna welatên din berfirehtir bibe. Li hemberî gefên Îsraîlê yên li ser aramiya herêmê, welatên herêmê tên cem hev.
Deriyê gumrikê yê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de yek ji deriyên herî girîng e. Aliyê me ji bo vekirinê amade ye.
Aliyê Sûriyeyê jî dibêje ew dê di nava 4 mehan de aliyê xwe amade bikin û heta dawiya salê vekin.
Li deriyê me yê gumrikê yê Yayladagê jî xebatên nûjenkirin û berfirehkirinê didomin û beşeke mezin a wan xebatan temam bûye.
Bi vî awayî bajarên me yên sînor hem di warê pêwendiyên sînor û hem jî di warê hilberînê de dê ji entegrasyona Tirkiye û Sûriyeyê herî zêde sûdê bibînin. Ev rewş ji bo bajarên sînorî yên her du aliyan jî bi heman awayî ye.”


_(1).webp&w=3840&q=75)