Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ya li ser fesixkirina HSDyê û Pirsgirêka Kurdan nirxand û bi dirûşmeya "Bijî Biratiya Gelan" piştgiriya xwe ya ji bo biryarê nîşan da.
Kemal Kiliçdaroglu, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Wî li ser rûdanên dawî yên li Sûriyeyê û bi taybetî li ser biryara xwefesixkirina HSDyê nêrînên xwe parve kirin.
Kiliçdaroglu diyar kir ku ew bi entegrasyona HSDyê ya nav Artêşa Sûriyeyê kêfxweş e.
Kiliçdaroglu xwest ku Pirsgirêka Kurdan bi siyaseta demokratîk û di bin banê parlamentoyê de were çareserkirin.
"Divê mafên Kurdan werin parastin"
Kiliçdaroglu eşkere kir ku divê li Sûriyeyê maf, azadî û nasnameya Kurdan werin parastin.
Wî anî zimên ku Sûriyeyeke ku komên neteweyî û baweriyên cuda bi hev re lê dijîn, dê di berjewendiya Tirkiyeyê û gelên herêmê de be.
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku Sûriyeyeke wiha divê li ser bingeha welatîbûna wekhev be û demokrasî û yekparçeyiya xwe biparêze.
Derfetên girîng ji bo Tirkiyeyê
Kiliçdaroglu da zanîn ku ev pêşhatên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê jî derfetan pêşkêş dikin.
Wî teqez kir ku divê Pirsgirêka Kurdan ji bin siya çek û pevçûnan derkeve.
Li gorî Kiliçdaroglu, divê çareserî bi siyaseta demokratîk, bi hiqûqê û di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de pêk were.
Peyama Kiliçdaroglu ya berfireh
Daxuyaniya Kemal Kiliçdaroglu bi vî rengî ye:
“Ez pêşwaziyê li pêngavên ku li Sûriyeyê ji bo aştî û aramiya mayînde tên avêtin dikim.
Rûdanên li ser entegrasyona pêkhateyên çekdar ên HSDyê bi dewleta Sûriyeyê re, ne tenê ji bo paşeroja Sûriyeyê, ji bo aramî û ewlehiya herêma me jî xwedî girîngiyeke mezin in.
Sûriyeyeke ku maf, azadî û nasnameya Kurdan tê parastin, hemû komên neteweyî û baweriyên cuda li ser bingeha welatîbûna wekhev bi hev re dijîn û demokrasî û yekparçeyiya welatê xwe diparêze, dê ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê û gelên herêmê jî baş be.
Ev pêşhat ji bo Tirkiyeyê jî derfetên girîng pêşkêş dikin.
Divê Pirsgirêka Kurdan ji bin siya çek û pevçûnan derkeve û çareserî bi siyaseta demokratîk, bi hiqûqê û di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de were kirin.
Ez ji dil dixwazim ku pêvajoya ku li Tirkiyeyê didome bi çekdanîneke temamî, bi dawîhatina terorê, bi xurtkirina demokrasiya me û bi mayîndekirina biratiya dîrokî ya Tirk û Kurdan bigihîje encamekê.
Xurtkirina aştiya navxwe ya Tirkiyeyê ne tenê ji bo welatê me, ji bo aştî û aramiya Rojhilata Navîn jî gelekî girîng e.
Min bi salan beriya niha bi vê têgihîştinê Rêxistina Aştî û Hevkariya Rojhilata Navîn pêşniyar kiribû.
Ez îro jî wisa difikirim ku avakirina rêxistineke aştî û hevkariyê pêwîstiyeke dîrokî ye. Divê ev rêxistin bi pêşengiya Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê be û paşê welatên din ên herêmê jî li xwe bigire.
Ji ber ku divê çarenivîsa Rojhilata Navîn bi hesabên welatên din neyê diyarkirin, divê bi îradeya gelên vê erdnîgariyê were diyarkirin.
Tirkiye çi qasî li nav xwe aştî, demokrasî û biratiyê xurt bike, dê li herêmê jî ew qasî bibe pêşenga aştiyê.
Pêkan e ku li Sûriyeyê aramiyeke mayînde bê avakirin, li Filîstînê xwîn û hêsirên çavan rawestin û êrişên li ser Îranê bi dawî bibin.
Her wiha pêkan e ku herêma me nebe erdnîgariya şeran û bibe erdnîgariya dîplomasî, hevgirtin û bextewariya nû.
Rêya vê yekê jî di zêdetir pevçûnan re na, di zêdetir diyalog, dîplomasî û hevkariya herêmî re derbas dibe. Divê em demê ji dest nedin.
Divê Tirkiye li Rojhilata Navîn nebe aliyê şeran, bibe hêza ku aştiyê diparêze.
Paşeroja hevbeş a Tirk, Kurd û Ereban di aştiyê de ye.
Bijî Biratiya Gelan.”

_(1).webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)