Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser fesixkirina HSDyê axivî û got, “divê nasnameya Kurdan bê parastin û înkarkirina nasnameyê nebe.”
Hakn Fîdan diyar kir ku eger ev pêngav di pratîkê de were dîtin, ew erênî dibînin û got, "Ev pêngaveke ku dê biratiya Kurd û Ereban a li Sûriyeyê xurt bike."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro ji bo çend ziyaret û hevdîtinan çû parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê.
Hakan Fîdan li wir bi Parêzgarê Xarpêtê Numan Hatipoglu, parlamenter û nûnerên karsazan re civiya.
Fîdan piştî civînê pirsên rojnamegeran bersivandin û bi berfirehî li ser rûdanên li Sûriyeyê û fesixkirina HSDyê axivî.
"Eger wekî hatiye gotin be cihê kêfxweşiyê ye"
Hakan Fîdan li ser pirsa derbarê fesixkirina HSDyê wiha got:
"Karê me ew e ku em bi awayekî profesyonel tevbigerin û bersiva van pêngavan a li qadê kontrol bikin. Eger wekî hatiye gotin be, helbet bûyereke cihê kêfxweşiyê ye.
Ev pêngav di bingeha xwe de temamkerê wan gavan e ku em niha dixwazin bavêjin.
Ev pêngav dê bi taybetî biratiya Kurd û Ereban a li Sûriyeyê xurt bike û xizmetê ji wê amadehiyê re dike ku hemû Sûriyeyî bi ewlehî li paşerojê binêrin."
"Divê nasnameya Kurdan bê parastin"
Fîdan tekezî li ser parastina nasnameya Kurdan û yekparçeyiya Sûriyeyê kir û got:
"Di demekê de ku em tekez dikin divê nasnameya Kurdan bê parastin û înkarkirina nasnameyê nebe, em tekez dikin ku meseleya xirabnebûna yekparçeyiya neteweyî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê jî girîng e.
Em dixwazin di kiryarê de jî vê yekê bibînin. Em wan tiştên ku li dijî vê ne ji bo Sûriyeyê baş nabînin."
"Em dê bi rêya aştiyê çareser bikin"
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bal kişand ser serdemeke nû ya diyalogê û wiha domand:
"Hebûna YPGyê ya li herêmê ji bo demeke dirêj ne tenê li dijî Sûriyeyê, li dijî Tirkiyeyê jî bû. Lê bi îzna Xwedê em dê di vê pêvajoya nû de van hemû pirsgirêkan bi têgihiştina dualî û bi rêya diyalogê çareser bikin.
Em dê bi rêya aştiyê çareser bikin. Li Tirkiyeyê, Sûriyeyê û Îraqê û li hemû beşên din ên herêmê vîzyoneke me heye ku aştî, aramî, bipêşketin û xweşguzeraniyê dixe pêşiyê."
Bêdengbûna çekan
Fîdan behsa gerên xwe yên li bajarên Bakurê Kurdistanê kir û destnîşan kir ku bêdengbûna çekan rêya bipêşketinê vedike û wiha pê de çû:
"Ez di nava du rojan de li bajar û navçeyên herêmê bi rêya bejahî geriyam. Min li wir dît ku bipêşketina herêmî bi rastî bi qasî her kesî mafê vê herêmê ye jî.
Li wan cihên ku teror nîne û çek napeyivin, em dibînin ku bipêşketin çi qasî bi lez û baş e. Em dibînin ku ev xwezaya bêwêne ya li Rojhilat û Başûrê Rojhilat, çi qasî berekateke mezin û derfetan pêşkêş dike."
Hakan Fîdan her wiha bi bîr xist ku beriya serdana Xarpêtê, ew bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re beşdarî civîna kabîneyê ya li navçeya Xelatê ya Bedlîsê bûne

