Nêçîrvan Barzanî Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî pîroz kir

20-12-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina Ebdulfetah Sîsî ya di hilbijartinên serokkomariya Misirê de ew pîroz kir.

Zêdetirî 67 milyon Misirî di navbera 10 û 12ê Kanûna Pêşîn de çûn ser sindoqan.

Ebdulfetah Sîsî di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser ket û careke din bû serokkomarê Misirê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesileyê nameyek ji Sîsî re şand û ew pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de hêviyê serkeftinê ji Sîsî re xwest û got:

“Herêma Kurdistanê amade ye di heyama rêveberiya Serok Sîsî de pêwendiyeke baş bi Misirê re hebe.

Ez hêviya berdewamiya aramî û pêşketina zêdetir ji bo gelê Misirê dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst