Tirkiye û Îmaratê bi 50 milyar dolaran girêbest îmze kirin

20-07-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û Îmaratê di serî de sektora enerjiyê di sektorên cuda de bi 50,7 milyar dolaran girêbestên bazirganî îmze kirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî serdanên Siûdî Erebîstan û Qeterê roja 19ê Temûzê çû Îmaratê. Erdogan û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zayed al Nahyan li ser weberhênana di sektorên cuda de li hev kirin.

Serokatiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê ragihand, Tirkiyê û Îmaratê bi 50,7 milyar dolaran girêbest îmze kirin.

Serokatiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Di navbera Tirkiyê û Îmaratê de di qadên cuda de 13 belge hatine îmzekirin. Tevahiya girêbestan 50,7 milyar dolar in.”

Erdogan di 17-18 û 19ê Temûzê de serdana Siûdî, Qeter û Îmaratê kir. Wezîrê Derve, Wezîrê Enerjiyê, Wezîrê Xezîneyê, Wezîrê Berevaniyê, Wezîrê Pîşesezî û Teknolojiyê, Wezîrê Bazirganiyê yên Tirkiyê û Serokê MÎTê jî beşdarî serdanên Erdogan bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst