Herî zêde beşdarî li Kerkûkê bûye

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Îraq Kerkûk Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraq û hin bajarên Başûrê Kurdistanê hat kirin û beşdarî herî zêde li Kerkûkê bû.

Pêvajoya dengdayîna hilbijartinên encûmenên parêzgehan li 14 parêzgehên Îraqê û Kerkûkê bi dawî bûn.

Piştî sala 2005an ev cara ewil e ev hilbijartin li Kekûkê tên kirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê bi dest xistine li ser asta Îraqê bi rêjeya ji sedî 64 bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê herî zêde dengdêr çûne ser sindoqan.

Li dûv Kerkûkê bi rêjeya ji sedî 59 parêzgeha Selahedînê tê û piştre jî bi rêjeya ji sedî 57 parêzgeha Enbarê tê.

Li gorî Berdevkê Şaxê Nînowayê yê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê yê Sufyan Meşhedanî rêjeya beşdariyê ji sedî 52 bûye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, rêjeya beşdariyê di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de wiha ye:

- Besra ji sedî 33,5

- Diyala ji sedî 40.2

- Selahedîn ji sedî 59

- Bexda/Rasafa ji sedî 19

- Bexda/Karkî ji sedî 32

- Maysan ji sedî 27

-Wasid ji sedî 38,5

- Necef ji sedî 32

- Kerbela ji sedî  38,5

-Musana ji sedî 45

- Enbar ji sedî 57

- Kerkûk ji sedî 64

- Nînowa ji sedî 52

- Dîwaniye ji sedî 38

- Ziqar ji sedî 30

-Babil ji sedî 38

Sûdanî xelkê Îraqê pîroz kir

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî derbarê bidawîhatina pêvajoya dengdana ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Îraqê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de pîrozbahî li gelê Îraqê kir.

YNK: Em geşbîn in ku 3 kursiyên parêzgehê bi dest bixin

Berdevkê Lîsteya Hevpeymaniya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê Nînowayê Xiyas Sûrçî ragihand ku li gorî amarên li ber destê wan dengên YNKyê li Nînowayê zêde bûne.

Xiyas Sûrçî herwiha ragihand ku li gorî hejmara kursiyên parêzgeha Nînowayê ew geşbîn in ku 3 kursiyan bi dest xwe ve bînin.

26 kursiyên encûmenên parêzgehaa Nînowayê hene.

Piraniya niştecihên Mûsilê Sunnî ne û partiyên Sunnî yên wî bajarî li benda ragihandina encamên dengdanê ne.

“PDK li Mexmûrê yekem e”

Berpirsê Navçeya Mexmûrê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kirêkar Şakir ji Rûdawê re ragihand ku PDKyê di hemû hilbijartinên li Mexmûrê de piraniya dengan bi dest xwe ve tîne.

Kirêkar Şakir diyar kir ku PDK li Mexmûrê her tim yekem e û got:

“PDK li hemû gundên Ereb ên Mexmûrê jî yekem e û piraniya dengan bi dest xwe ve anîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst